Dewlet hewl dide welatiyên Heskîfê bi pereyan bixapîne
Endamê Hevparên Jiyanakirina Heskîfê ya Êlihê Kûrtay diyar kir ku dewleta tirk bi salan e ji bo gelê kurd neçar bike û ji axa wan dûr bike polîtîkayên valakirinê dimeşîne û ji bo xwedîderketina li Heskîfê bang li hemû gelan kir.
OMER ÎKE
ÊLIH
çarşem, 26 gelawêjê 2015, 07:28
Li Kurdistanê wêran kirina xwezayê, bi rêya bendav û HES’an tê kirin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de bi sedan bendav û sedan HES hatin çêkirin. HES’ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, xweşikbûnên xwezayî û geliyan yeke bi yek tine dike. HES’ên qatilên xwezayê her roj li Kurdistanê çem, gelî û daristanên herêmê tine dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî bendavan wiha gotibû: “Ez bendavan dişibînim karesata Hiroşîma û Nagazakiyê” û gelek caran hişyarî kiribû. Qirkirina aborî, bi qirkirinên çandî û ekolojiyê re di nava hev de, bi awayekî sîstematîk û bi plan tê pêkanîn. Li hemberî kurdan jî piştî sedsala 19’an bi awayekî sîstematîk hatiye pêkanîn. Komara Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de gelek qanûn derxistiye. Aborî, rastiyek civakî ya ku herî kêm xistine bin bandora dewletê û herî kêm hatiye arizîkirin e.
Li navçeya Êlih Heskîfê ku xwedî dîrokek mezin e û di cîhanê de cihê herî kevnar tê nasîn, ji bo li ser çemê Dîcleyê bendav û HES bên çêkirin bi rêbazên xapandinê welatî tên xapandin û Heskîf tê valakirin. Bi desthilatdariya hikûmeta AKP’ê re xebatên bendavê hatin destpêkirin. Ji ber vê yekê jî bi her awayî ji bo Heskîf bê vala kirin hikûmet pereyan dide welatiyan û ji bo Heskîfê vala bike. Welatiyên ku bi salan e li Heskîfê dijîn ji ber neçariya xwe bi pereyan hatin xapandin mal û milkên xwe firotin.
HESKÎF DÎROKA CÎHANÊ YE
Endamê Hevparên Jiyanakirina Heskîfê ya Êlihê Çetîn Kûrtay diyar kir ku eger derfetên kar û xebatê li Heskîfê hebûya welatiyên Heskîfê dîrok û bîranînên xwe bi pereyan ne difirotin. Kûrtay anî ziman ku bi salan e dewlet ji bo Heskîfê bixe bin destê xwe serî li hemû rêbazên qirêj dide û got ku ji bo Heskîf bê valakirin ti derfetên kar û xebatan nayên dayîn û gel birçî tê hiştin û ev tişt got: “Heskîf mîrateya mirovahiyê ye. Li Heskîfê ne tenê kurd û ereb dijîn, di Heskîfê de dîroka cîhanê tê veşartin. Li ser bajarê kevnar Heskîf bi salan e ku polîtîkayên mezin tên meşandin û Heskîf li hember van polîtîkayan têdikoşe û li ser piyan e.”
Kûrtay li ser çêkirina bendav û HES’ên li ser çemê Dîcleye rawestiya û wiha got: “Ji dîrokê heya îro li ser Heskîfê şer û pêvçûnên gelek mezin hatine kirin. Lê çêkirina bendav û HES’an ji şer û pêvçûnên berê cudatir e. Ev nêzikatiyên AKP’ê hişmendî tine kirine.”
Kûrtay li ser xapandina welatiyên Heskîfê destnîşan kir ku ji ber dewlet ti derfetên karê aborî nade welatiyên Heskîfê, welatî ji ber neçariya xwe mal û milkê xwe difiroşe û got ku welatî bi vî rengî tên xapandin û wiha pê de çû: “Bi destpêkirina çêkirina bendavan welatiyên navendê û gundên derdora Heskîfê xaniyên ku mirasa bav û kalên xwe û erdê xwe yên ku tenê çavkaniya debara wan e bi pereyên gelek kêm firotin. Kesên ku pere girtine jî weke ku bi dildarî ji Heskîfê derketibin li bajaran bicih dibin û dev ji axa xwe berdidin û diçin. Bi vî rengî Heskîf tê valakirin û tine kirin.”
Kûrtay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk bi salan e ji bo gelê kurd neçar bike û ji axa wan dûr bike polîtîkayên bi vê rêbazê dide meşandin û ji bo xwedîderketina li Heskîfê bang li hemû gelan kir.