Gerîlayên çalakiya fedayî pêk anîn li Parîsê hatin bîranîn

Li Parîsa paytexta Fransa, gerîlayên HPG’ê Denîz Ûçkûn, Erdal Yildiz û Bûrak Bogakan ên 10’ê Tebaxê li hember Navenda Polîsan a Fatîh a li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê çalakiya fedayî pêk anîn hatin bîranîn.

Li Parîsa paytexta Fransa, gerîlayên HPG’ê Denîz Ûçkûn, Erdal Yildiz û Bûrak Bogakan ên 10’ê Tebaxê li hemberî Navenda Polîsan a Fatîh a li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê çalakiya fedayî pêk anîn hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG’ê yên endamên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Denîz Ûçkûn (Botan Canfeda), Erdal Yildiz (Erdal Nûda) û Bûrak Bogakan (Harûn Raman) ên 10’ê Tebaxê li hember Navenda Polîsan a Fatîh a li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê çalakiya fedayî pêk anîn, li Parîsê hatin bîranîn.

Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Xeyrî Karadag axaftinek kir. Karadag got, “Şehîdan di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane” û wiha dewam kir, “Şehîd jiyana xwe ya berê li pey xwe dihêlin û ber bi jiyanek nû jiyaneke hatiye guhertin ve diçin. Ev taybetmendiya bingehîn a hemû şehîdên Kurdistanê ye. Hemû bi seknên xwe yên wêrek, fedakar, rûken û bi tevlîbûnên xwe yên fedayî pêşeng in.”

Bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Mele Şevket û Nûnerê FEDA’yê Pîr Riza Yagmûr jî axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser di aliyê baweriyê de girîngiya şehîdan.

Mixaletiyê çalakgerê fedayî Erdal Yildiz, Yûsûf Alkan û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di bîranînê de axivîn.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê jiyana gerîlayên çalakiya fedayî pêk anîn hat nîşandan.

...