BI DÎMEN

Polîtîkaya şer a AKP'ê bandorek neyînî li faytonvanan jî kir

Bajarê Mersînê ku di mehên havînê de tûrîst lê gelek in, îsal ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê vala ma. Xwediyên faytonan ên bi gerandina tûrîstan re debara xwe dikin anî ziman, ku ew îsal bêkar mane.

Hikûmeta AKP'ê piştî 7'ê Hezîranê polîtîka xwe guherand û konsepta şerê topyekûn xist dewrê. Ji ber vê rewşa ne aram, krîza aboriyê ya di hemû sektorên kar de, roj bi roj kûr dibe. Bajarê Mersînê ku di mehên havînê de tûrîst lê gelek in, îsal ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê vala ma. Xwediyên faytonan ên bi gerandina tûrîstan re debara xwe dikin anî ziman, ku ew îsal bêkar mane.

Faytonvanên ku bi qezenca di mehên havînê de bi dest dixin debara xwe ya salekê dikin, li aliyekî çanda sedan salan didomînin, li aliyê din debara malbata xwe dikin. Lê belê, ji ber desteka AKP'ê ya ji bo çeteyan û polîtîkayên şer, îsal tûrîst naxwazin bên Tirkiyeyê. Mersîn yek ji bajarên herî zêde ketiye bin bandora neyînî ya polîtîkayên şer ên AKP'ê.

Faytonvanê 20 salan Cûmalî Akkûş dibêje ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê tûrîst nema dixwazin bên Tirkiyeyê. Akkûş got, "20 sal in ez li xeta peravê faytonvaniyê dikim. Bi qasî îsal ti carî min zehmetî nekişand. Eger beriya niha karê me bi vî rengî nebaş derbas bibûya, minê karekî cuda bikira. Lê belê îsal di hemû sektoran de krîzeke ekonomiyê heye. Buhayê Dolar zêde bûye, li aliyê din tûrîstên ku dibihîzin DAIŞ'iyên li Sûriyeyê serê mirovan jê dikin xwe li Tirkiyeyê vedişêrin, naxwazin bên welatê me. Ne rast e ku em wan sûcdar bikin, ji ber ku tûrîst dixwaze li cihekî ewle bêhna xwe vede. Li aliyê din nûçeyên şer li dû hev tên. Divê ev desthilatdarî êdî biçe."

Yîgît Dûrdû jî da xuyakirin ku tevî nehatina tûrîstan, Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê jî pirsgirêkan derdixîne pêşiya faytonvanan û got, "Ji ber şer îsal ji xwe tûrîst nehatin. Niha bendewariya me ya bi tenê ew e ku di dawetên mehên havînê de em bûk û zava, yan jî zarokên hatine sinetkirin bigerînin. Naxwe, carna em pereyekî cixarê jî qezenç nakin. Lêçûna rojane ya li faytonê 20 TL ye. Eger em rojane 50 TL qezenç nekin hem hespê me hem jî zarokên me yên li malê wê birçî bimînin. Heta niha me mirov li peravê digerandin û kêm be jî pereyek qezenç dikir. Lê piştî ku MHP şaredarî bi dest xist, em li goşeyeke peravê bi cih kirin ku mirov nikarin me li wir bibînin."

Faytonvanekî din Haydar Selvî diyar kir ku ji ber şer ew nikarin bixebitin û ji terikandina pîşeyê faytonê û berhevkirina xurdeyan bêhtir çareya wan nemaye.

Selvî got, "Ji bo faytonkariyê biqedîne, Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê cezayê pere yê hatina ji malê heta cihê kar, li me dibire. Qaşo îdîa dikin ku ew çanda xwe diparêzin û bi vî rengî siyasetê dikin. Eger ev çand wê biqede bila biqede, ne em bila dewlet lê bifikire." Sevlî anî ziman ku tûrîst îsal nehatine û eger şer bi vî rengî dewam bike wê qet neyê.

...