Li Marsîlyayê bi beşdariya Tûncel starta hilbijartinan hat dayîn
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransa dijîn, bi civîneke gel starta xebatên hilbijartinan dan.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransa dijîn, bi civîneke gel starta xebatên hilbijartinan dan.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransa dijîn, bi civîneke gel starta xebatên hilbijartinan dan. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel ku wek axaftvan tevlî civîna gel bû ji bo hilbijartinan komîsyoneke ji 65 kesan hat avakirin.
Di civîna gel a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan a Marsîlya de Sebahat Tûncel wek axaftvan amade bû. Tûncel di axaftina xwe ya têkildarî pêvajoyê de diyar kir ku ne AKP’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û Erdogan tam berevajî vê mase qulipandiye.
Tûncel, got ku Erdogan hilbijartinên 7’ê Hezîranê û îradeya gel tine hesibandiye û ji nû ve çûye hilbijartinê. Tûncel diyar kir ku wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarî hesabên Erdogan careke din xera bikin, 1’ê Mijdarê wek roja piştevaniya bi Kobanê re tê pîrozkirin, di roja Kobanê ya Erdogan ji bo ev bajar bikeve pir hewl dida de wê AKP’ê di sindoqê de veşêrin.
Tûncel ji Kurdistanî û Tirkiyeyên li Marsîlyayê ji bo 1’ê Mijdarê piştgirî xwest.
Piştî axaftina hevberdevka HDK’ê, di encama bangawaziyê de ji Kurdistaniyên tevlî civînê bibûn 65 kesan ji bo di xebatên hilbijartinê de cih bigirin serlêdan kirin. Komîsyona hat avakirin wê di demeke kurt de bicive û piştî komîteyên xwe ava kir wê dest bi xebatan bike.
Hilbijartinên li Ewropayê wê 8’ê Cotmehê destpê bikin û 14 rojan bidomin. Dîroka ji bo beyanên navnîşanan heta 10’ê Îlonê ye. Her kes dikare bi rêya sîteya YSK’ê kontrol bike ka dikare dengên xwe bi kar bîne yan na. Eger nikaribe bi kar bîne, heta 10’ê Îlonê dikare adresa xwe bide konsolosxaneyan.