Welatiyekî Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin
Leşkerên Tirk li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê welatiyê Kurd Remedan Fariq (48) ê ji Kobanê qetil kirin.

Welatiyên gundê Siftekê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye di saetên êvarê de li nêzî sînor cenazeyê kesekî dîtin. Welatiyan hêzên Asayîşê agahdar kirin, li ser vê yekê hêzên Asayîşê berê xwe dan cihê bûyerê û cenaze anîn, di encama lêkolînê de derket holê ku cenaze yê welatiyê bi navê Remedan Fariq ê ji gundê Girdê yê Kobanê ye. Di encama lêkolînê de hate zanîn ku Remedan dema bi armanca debara malbata xwe bike, berê xwe dabû herêma sînor da ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Ji wê rojê ve cenazeyê Fariq li erdê mabû.
Hêzên Asayîşê cenazeyê Remedan radestî malbatê kirin, cenaze wê sibe li goristana gund Girdê bê veşartin.
Der barê bûyerê de welatiyê bi navê Welat Şêxo yê ji gundê Siftekê diyar kir ku 2 roj berê Remedan Fariq li gundê wan bû û got ku Remedan bi armanca peydakirina pêdiviyên xwe û zarokên xwe yên jiyanê berê xwe da sînor da ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir kar bike. Şêxo, da zanîn ku ji wê rojê ve agahî bi temamî ji Remezan qut bûn û îro di saetên êvarê de cenazeyê wî li ser sînor hate dîtin.