Ustun: Bila Hopa herêma afetê bê îlankirin
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Ustun diyar kir ku pêwîst e Hopa bilez herêma afetê bê îlankirin, Wezîrê Daristan û Avê Eroglû yê di bin projeyên HES û kanan de îmzeya wî heye îstîfa bike.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Beyza Ustun, got ku karesata li Hopayê encameke rê, kan û ekosîstema ji ber HES’an xera bûye û xwest kesên di polîtîkayên ekosîstemê xera dikin îmzeya wan heye îstîfa bikin û herêm demldest “herêma afetê” bê îlankirin.
Ustun diyar kir ku Wezîrê Karên Daristan û Avê Veysel Eroglû di serî de hemû wezîfedar demldest ji wezîfeyê bên girtin û got: “Divê der heqê wî de ya pêwîst bê kirin”.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Beyza Ustun da xuyakirin ku wê bi ekîbên tenduristiyê re sibe li Hopayê bin û wiha dewam kir: "Çi pêwîst bike em ê bikin. Tenê mayîna li wir têr nake. Em ê hemû, heta jiyana li wir asayî bibe çi ji destê me bê –alîkarî be alîkarî, piştgirî be piştgirî- em ê bikin.