Zarokên Tûrabdîn li koka xwe vedigerin
Di nava Asûrî-Suryaniyên ji Tirkiyeyê hatine li Swêdê bi cih bûne de, hejmara mirovên nav û paşnavên xwe yên bi Tirkî diguherînin, zêde dibe.
Di nava Asûrî-Suryaniyên ji Tirkiyeyê hatine li Swêdê bi cih bûne de, hejmara mirovên nav û paşnavên xwe yên bi Tirkî diguherînin, zêde dibe.
Di nava Asûrî-Suryaniyên ji Tirkiyeyê hatine li Swêdê bi cih bûne de, hejmara mirovên nav û paşnavên xwe yên bi Tirkî diguherînin, zêde dibe.
Zarokên Tûrabdîn, li dijî asîmîlasyonê paşnavên Aramî-Suryanî li xwe dikin û bi vî rengî li koka xwe vedigerin.
Rewşenbîrên Asûrî-Suryanî dibêjin ku guhertina nav û paşnav bi taybetî di nava ciwanan de zêde ye û destnîşan dikin ku ji sedî 70 ê Suryaniyên ji Tirkiyeyê hatine, paşnavên berê terikandine û nav û paşnavên Suryanî li xwe kirine.
'XWESTIN MALBATAN PARÇE BIKIN Û ASÎMÎLASYONÊ PÊK BÎNIN'
Denho Îshak ê li navenda Stockholmê kafeteryayeke biçûk dixebitîne, diyar kir ku li Mîdyatê heta salên 1930'î Asûrî-Suryaniyan nav û paşnavên xwe bi kar anîne û piştî ku 'Qanûna Paşnav' derketiye paşnavên wan bi zorê hatine guhertin. Îshak da zanîn ku tevî asîmîlekirina Suryaniyan ev yek ji bo parçekirina malbatan û qutkirina ji hev hatiye kirin. Îshak got, "Paşnavê Dalmiş li kalkê mini paşnavê Bûlût jî li pismamê wî kiriye. Ji xwe dema paşnav li me kirin, ji me nepirsîn. Dema em çûn dibistanê yan jî leşkeriyê em bi paşnavên xwe hesiyan. Di nava xwe de, ne navê dewletê li me kir, me navên xwe yên rastî bi kar dianîn."
Îshak anî ziman ku her çend pirsgirêk ji ber dewletê ye jî, ji bo rastî zextên derdorê, bi taybetî jî yên Misilmanan neyê, neçar mane nav biguherînin û di vî warî de mînak ji jiyana xwe da: "Qebûl kirin ku li cihê nifûsa min Denho binivîsînin. Lê belê dema di dibistana navîn de bûm, ji ber zextên midûr, neçar mam navê xwe biguherînim û navekî Tirk li xwe bikim. Bi saya vî navî, min bi rehetî leşkerî kir. Kesî fêm nekir ku ez Xiristiyan im û Suryanî me.
'SURYANÎ JI NAVÊN BI ZORÊ LI WAN HATINE KIRIN FEDÎ DIKIN'
Me navên Tirkî yên bi zora civak û dewletê li me hat kirin, ti carî qebûl nekirin. Piştî ku hatim Swêdê min navê bavê kalê kalkê xwe weke paşnav ji xwe re bi kar anîm. Di nava Suryaniyan de gelek kesan navê jinan ji xwe re weke paşnav hilanîne, ku jin di nava malbatê de xurt in. Piştî sala 1915'an malbata me bi navê pîra pîrka min dihat naskirin. Bi paşnavê xwe yê nû re jî gelekî rehet im. Rizgariya ji paşnavê ne ji yê xwe û vegera li nasnameya xwe, hesta min a azadiyê xurt dike."
Îshak da zanîn ku du zarokên wî hene, yek jê Gabrîel ê din jî Denîz e û got, "Gabrîel navê Suryanî ye. Denîz navê Tirk e, lê min ev nav ji yê Denîz Gezmîş girtiye. Sempatiya min ji çepgirî û Denîzan hebû. Denîz yekîtiya gelan û enternasyonalîzm diparast. Her wiha navê Denîz li gelek welatên Rojavayî tê bikaranîn."
Îshak da zanîn ku guhertina nav û paşnav di nava Suryaniyên li Swêdê de gelekî zêde ye û got, "Suryanî ji nav û paşnavên bi zorê li wan hatine kirin, fedî dikin. Serbilind in ku navê Suryanî, navên malbatên xwe yên berê radikin. Guhertina nav ji aliyê mirovê di temenê 40-60 salî de hat destpêkirin û ciwanan da ser şopa wan. Yên gelekî extiyar, ji xwe ji ber ku navên dewleta Tirk bi kar nînin, navên xwe naguherînin."
'JI BO NIFŞÊN NÛ KOKÊN XWE JI BÎR NEKIN'
Malbata Tommy Bar-Sawme ya di sala 1977'an de ji Kerboranê hat û li Swêdê bi cih bû, paşnavê Ozdemîr ê li wan hatibû kirin guherand û navê bavê kalkê bavê xwe Bar-Sawme ku tê wateya zarokên Sawme, rakir.
Bar-Sawme diyar kir ku ji bo nifşên nû kokên xwe yen Suryanî ji bîr nekin wan paşnavê Tirkî terikandine û li xwe kirina paşnavê Suryanî ji aliyê derdorê ve gelekî erênî hatiye pêşwazîkirin.
Bar-Sawme di wê baweriyê de ye ku guhertina paşnav, wê pêşî li asîmîlasyonê bigire.
Weşanger û Lêkolînerê Asûrî-Suryanî Hanna Beth-Sawoce da xuyakirin ku piştî 'Qanûna Paşnav' a di sala 1934'an de li Tirkiyeyê hat derxistin, neçariya bikaranîna nav û paşnavê bi Tirkî hat fezkirin û ev neçarî ne tenê li Tirkiyeyê li derveyî welat jî ji aliyê Sefaretxaneyên Bilind û Konsolosan ve tê bicihanîn.
DI NAVA XWE DE NAVÊN BI SURYANÎ BIKAR ANÎN
Sawoce anî ziman ku dewleta Tirk bi tenê nav û paşnavên Tirkî qebûl kiriye û her çend di nava demê de helwesta dewletê nerm bûbe jî, zîhniyeta qedexekar a nav û paşnav dewam dike. Sawoce destnîşan kir ku dewlet bi vê polîtîkayê re dixwaze gelê ne Tirk asîmîle bike.
Sawoce got, "Bi taybetî ciwan hewl dide xwe ji tengaviya nasnameyê rizgar bikin. Ev yek di nava wan de rê li ber dilrehetiyê, hesta azadiyê vedike."