Nûçeya Rûdawê ya der barê Îmraliyê de hat derewandin
Berdevkê HDP’ê Bîlgen nûçeya Rûdawê ya, “Ekîbeke TV’yê çûye Îmraliyê û wê Ocalan banga agirbestê bike” derewand. Bîlgen got, “Gotinên ku di nûçeyê de bi navê min hatine gotin min negotiye.”

Nûçeya kanala PDK’ê Rûdawê ya, “Ekîbeke TV’yê çûye Îmraliyê û wê Ocalan banga agirbestê bike” di demeke kurt de hat derewandin.
Di nûçeya Rûdawê ya hefteya bihurî de hatibû gotin ku ekîbeke televîzyonê ji bo hevdîtinê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne birine Girava Îmraliyê.
Di nûçeyê de hatiye îdîakirin ku Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî gotiye, “Ekîba TV’yê li gel Ocalan hevdîtin nekiriye, lê der barê wê hevdîtin pêk were de agahiyên me hene.” Her wiha hat gotin ku Ayhan Bîlgen gotiye, “Me bîhîstiye wê heyeteke ji Mirovên Aqilmend jî wê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin.”
Bîlgen ji ANF’ê re axivî û nûçeya mijara gotinê derewand. Bîlgen got, “Dema li min geriyan min got ti agahiya min tine ye. Gotinên ku di nûçeyê de tê gotin ku min gotine min qet negotiye.”
‘ÇAVKANIYA DI NÛÇEYÊ BI XWE DE JÎ PIŞTRAST NEKIR’
Parlamenterê AKP’ê Orhan Mîroglû yê di nûçeyê de weke çavkanî hat nîşandan bi xwe jî hevdîtin piştrast nekir. Li gorî nûçeyê Mîroglû gotiye, “Min agahiya hevdîtina bi Ocalan re hatiye kirin ji xebatkareke di kanalekî TV’yê de dixebite girtiye.” Mîroglû got, “Tê gotin ku wê di 1’ê Îlonê de Ocalan peyama aştiyê bide û wê bêdengkirina çekan bixwaze. Lê agahiyeke ji aliyê hikûmetê ve hat piştrast kirin min nebihistiye.”