Piştevaniya Pirsûsê destek da Hopayê
Piştevaniya Pirsûsê alîkariyên ji bo malbat û birîndarên Pirsûsê kom kiribû bi gelê Hopa re parve kir û banga pêşxistina piştevaniyê kir.
Piştevaniya Pirsûsê alîkariyên ji bo malbat û birîndarên Pirsûsê kom kiribû bi gelê Hopa re parve kir û banga pêşxistina piştevaniyê kir.
Piştevaniya Pirsûsê alîkariyên ji bo malbat û birîndarên Pirsûsê kom kiribû bi gelê Hopa re şand û banga pêşxistina piştevaniyê kir.
Piştevaniya Pirsûsê ya piştî komkujiya Pirsûsê ya 33 şoreşger hatin qetilkirin, ji bo piştevaniya bi birîndar û malbatên re hat avakirin, banga piştgiriya ji gelê Hopa re kir.
Piştevaniya Pirsûsê ya li ber PTT’ya li Kadikoy daxuyaniya çapemeniyê da, ji bo malbat û birîndarên Pirsûsê kom kiribû bi gelê Hopa re şand.
Bi navê Piştevaniya Pirsûsê Ozgen Sadet daxuyanî da û destnîşan kir ku, tiştên ku li Hopayê qewimî encamên polîtîkayên AKP’ê yên qetilkirina mirovan û xwezayê ye. Sadet da zanîn ku li Derya Reş bi hezaran eraziyên daristanê qir kiriye û veguherandiye şantiyeyên HES’an. Sadet wiha dewam kir, “Karesata lehiyê ya li Hopayê rû da ne komkujiyek a xwezayê ya AKP’ê ye.” Sadet destnîşan kir ku berpirsê mirî, birîndar û windahiyan AKP û HES in. Sadet got, “Yê em li Pirsûsê qetil kirine û yê ku li Hopayê gel bi mirinê re rû bi rû hiştiye jî Hikûmeta AKP’ê ye.”
Sadet da zanîn ku weke Piştevaniya Pirsûsê têkoşîna ji bo pêçana birînên Kobanê nîşan dane wê heman têkoşînê ji bo gelê Hopayê jî nîşan bidin. Sadet diyar kir ku alîkariyên weke Piştevaniya Pirsûsê kom kirine wê bi gelê Hopayê re parve bikin. Sadet got, “Jixwe bi van alîkariyan jî em ê nebin bersiv ji bo pirsgirêkên gelê Hopayê. Lê bi piştevaniyê em ê hîn bihêztir bikarin derkevin pêşiya kujeran.”
‘BIRÎNÊN GELÊ HOPAYÊ BI HEV RE BIPÊÇIN’
Sadet da zanîn ku wê piştevaniya bi gelê Hopayê re hîn mezintir bikin û wiha dewam kir, “Ji rika kujeran em ê ji Kobanê heya Hopayê piştevaniya xwe mezintir bikin. Deng bidin, birînên gelê Hopayê bi hev re bipêçin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê Piştevaniya Pirsûsê alîkariyên ku kom kirine ji Navenda PTT’ê ji gelê Hopayê re şandin.