Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina ku bi boneya roja 40'emîn a 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, hate dayîn de axivî û got, "40 roj derbas bû lê êşa me derbas nebû."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina ku bi boneya roja 40'emîn a 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, hate dayîn de axivî û got, "40 roj derbas bû lê êşa me derbas nebû."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina ku bi boneya roja 40'emîn a 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, hate dayîn de axivî û got, "40 roj derbas bû lê êşa me derbas nebû." Yuksekdag bal kişand êrîşa dewletê ya ku li herêmê li dijî gel ê xwerêveberiyên xwe îlan dike dimeşîne û wiha axivî: "Li Geziyê em li dijî rêveberiya xerab mafê xwe yê beşdariya rêveberiyê parast. Gelê me li her derê dikare biryara xwe bide."
Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê bi boneya roja 40'emîn a li Pirsûsê qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst li Parka Yogûrtçû xwarin da. Li qada ku xwarin hate dayîn wêneyên ciwanên ku hatin qetilkirin, hate daliqandin. Ji bilî malbatên ciwanên hatin qetilkirin, Hevseroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy, Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, rêveberên HDP'ê û ESP'ê, SGDF'î, dayika Nejat Suphî Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) Nuran Agirnasli û ciwanên ku di êrîşê bi birîndarî rizgar bûn beşdarî xwarinê bûn. Destpêkê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatan bavê Çagdaş Aydin, Fethî Aydin axivî û wiha got: "Em sond dixwin ku di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Em ji bo ku tuxlayeke daynin biçin wir ji ber ku ev berpirsyariya me ye." Aydin banga têkoşîna bi hev re kir û got ku berpirsyarê qetlîamê çeteyên DAIŞ'ê û AKP ye, AKP mecbûr e hesabê qetlîamê bide. Aydin wiha got: "Kurê min Çagdeş hat cem min. Ji bo ku ji birînên gelê Kobanê re bibe melhem hat. Em mal bi mal geriyan û me derman kom kir."
Piştre ji SGDF'ê Ceren Çoban axivî û got ku ev 40 roj in hêrsa me her ku diçe mezintir dibe û wiha got: "Em van qatilan baş nas dikin û em wan li Soma û Roboskî nas dikin. Ew çawa me nas dikin em jî wan nas dikin. Em sond dixwin û em ê bi ser kevin."
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy jî diyar kir ku ciwanên ku çûn Pirsûsê pira biratiyê înşa kirin. Alîkarî Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî anî ziman ku heke civak yekîtiya xwe ava bike civak ji yên şer dixwazin xurtir e.
Ulusoy, got; “Kesên ku ji komkujiya Pirsûsê rizgarbûne dibêjin, ‘eger ez îro dijîm bi saya ku hevalên me bedenên xwe ji me re kirine mertal em dijîn’ Vaye em bi ciwanên bi vî awayî re mil bi mil dimeşin. Vaye em bi ciwanên ku êşa kesên ku ji komkujiyê sax rizgarbûne polîtîk dikin re dimeşin. Em soz didin wan mezinkirina pira biratiyê ya ji Rojava heya Kurdistanê deynê stûyê me ye.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuskekdag jî ev tişt anî ziman: "Aştî ji bo gelekî ku di nava şer de tê qetilkirin pêwîst bike mirin e. Aştî çûyîna cografyaya ku her roj zarok tên qetilkirin e. Aştî ji bo hevalê xwe pêwîst bike mirin e." Yuksekdag destnîşan kir ku 33 ciwan ji bo bimirin derneketin rê lê ew bi desthilatdariya ku ji bilî mirinê tiştekî nizane re rû bi rû man. Yuksekdag ev tişt got: "Di destên wan de tenê pirtûkên wan hebûn. Ji bo çirûşkek ronahî bibin ji wan zarokan re ji bo ku dengê zarokên Kobanê bibihîzin derketin rê. Lê li cografyaya ku tenê dengê çekan tê ev agirê ku ciwanan pêxist zêde hat.
'DI BIN NAVÊ TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê LI HEMBERÎ GELÊN TIRKIYEYÊ ŞER DAN DESTPÊKIRIN'
Yuksekdag got "40 roj derbas bûn êşa me derbas nebûye" û got ku di nava van 40 rojan de hikûmetê ti hesab nedan û têkildarî komkujiyê de ti lêpirsîn nedan destpêkirin. Yuksekdag biryara veşartinê ya li ser dosyayê jî rexne kir û wiha got: "Doza komkujiya hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dikin anîn asta gelên Tirkiyeyê ti mudaxeleyê lê nekirin." Yuksedag anî ziman ku AKP'ê ji bo komkujiyê bide jîbîrkirin li Tirkiyeyê şerekî mezin dan destpêkirin û wiha axivî: "Qaşo piştî komkujiyê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîn dan destpêkirin. Gelo kesekî têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê dît? Di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê li hemberî gelên Tirkiyeyê û gel Kurd şer dan destpêkirin. Operasyonên hemû gelên Tirkiyeyê teslîm bigirin dan destpêkirin û îro Tirkiye di nava agirekî de ye. Ciwanên sosyalîst ji Rojava ber bi Rojhilat ve pira aştiyê avakirin. Wan kevneşopiya sosyalîst hîs dikirin. Lê yê li qesrê ev yekê nexwest. Ya li Pirsûsê xwestin bikin li hemberî yekîtiya gelên Tirkiyeyê bû. Em wê nirxên wan biparêzin û me ji wan re soz daye. Bi şerê îro li Tirkiyeyê dan destpêkirin dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Dewlet li hemberî mafê gel ê demokratîk ê xwe xwe bi rêve bibe terorê pêk tîne."
'JI BO ŞERÊ QESRÊ HER ROJ JI BO CIWANÊN ME BIMIRIN BANG TÊ KIRIN'
Yuksekdag da zanîn ku şerê AKP'ê daye destpêkirin li hemberî lihevhatina civaka Tirkiyeyê hat destpêkirin. Yuksekdag bilêv kir ku ew dê di rêya 33 ciwanên ji bo pira aştiyê ava bikin derketin rê de bimeşin û wiha axivî: "Wan gel ji hev nayên qutkirin nîşanî me nadin. Divê pira wan ji Stenbolê ber bi Kobanê re avakirin em wê ji Lîce, Gimgim, Colemêrg û Şemzînan re ava bikin. Em ê di vê demê de wekî gel rêveberiya xwe ya demokratîk ava bikin. Qesr ji bo şerê xwe her roj ji ciwanên me re bangawaziya bimirin dike. Em vî desthilatdariya ku ji bilî mirinê rê nîşanî ciwanên me nake nas nakin."
Yuksekdag got ku li herêmê mafê xwerêvebirina gel tê tarîkirin û wiha axivî: "Li Geziyê me li dijî rêveberiya xirab mafê xwe yê beşdariya rêveberiyê parast. Gelê me li her derê dikare biryara xwe bide. Em li her derê li dijî rêveberiya ku rewabûna xwe winda kiriye mafê rêveberiya cewherî diparêzin."
Yuksekdag herî dawî bal kişand li ser hilbijartinên zû jî û wiha got: "Di 7'ê Hezîranê de aqilê wan nehat serê wan, wê di 1'ê Mijdarê de bi têkçûna duyemîn re rû bi rû bimînin. Di 1'ê Mijdarê de bibîne ku gelê me li dijî şerê qesrê îradeya xwe ya demokratîk nîşan bide ew ê jî bibîne. Me li hemberî zaliman serê xwe netewand em ê dîsa têbikoşin."
Piştî axaftinan koma Muzîkê ya BEKSAV'ê stran got.