Darvekirinên Rejîma Îranê li Brukselê hatin protestokirin
Darvekirinên rejîma Îranê li paytexta Bruksel a Belçîkayê hatin protestokirin.
ANF
BRUKSEL
pêncşem, 27 gelawêjê 2015, 18:12
Darvekirinên rejîma Îranê li paytexta Bruksel a Belçîkayê hatin protestokirin.
Darvekirina girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve li paytexta Belçîka yê Brukselê hatin protestokirin. Di mitînga ku di saet 14:00’an de li pêşiya Konsolosa Îranê destpêkirî de tim dirûşmên, “Kujer Xumeynî”, “Terorîst Îran”, “Bijî PJAK”, “Bijî PKK” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Girseya ku wêneyên siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin rakirî banga piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li Îranê re kirin.