Sachsen ji hilbijartina 1’ê Mijdarê re amade ye

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Sachsen dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Di civîna bi rojeva hilbijartinê pêk hat, bang li gel hat kirin ku tevlî xebatan bibin.

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Sachsen dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Di civîna bi rojeva hilbijartinê pêk hat, bang li gel hat kirin ku tevlî xebatan bibin.

Meclîsa Civaka Demokratîk a Dresdenê ya li eyaleta Sachsena Elmanyayê kar dike, li Navenda Civaka Dresdenê civînek gel li dar xist. Mahîr Çewlik di civîna ku nêzîkî sed Kurdistanî tevlî bûn de axivî, bang li hilbijêran kir û ev agahî parve kir, “Ji bo em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de îradeya xwe hê xurttir nîşan bidin, divê em hemû bixebitin û di komîsyonên ku bêne avakirin de cih bigirin. Kesên ku qeydên wan nîne divê ji niha ve biçin Konsolosxaneyan qeydên xwe çêbikin. Divê tax bi tax komîsyon bêne avakirin û divê mutleq em li gorî hilbijêran bixebitin. Divê cihekî em nekevinê nemîne. Divê dengekî ku em bigirin jî li derve nemîne. Di 8’ê Cotmehê de wê li Ewropayê sindoq bêne danîn û wê heya 28’ê Cotmehê dewam bikin. Divê heya vê demê ti hilbijêrên me nemîne, pêwîste mutleq biçin ser sindoqan.”

Di civînê de komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin û dest bi xebatan hat kirin.