Ji bo azadiya Ocalan li Swêdê stand hat vekirin

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî ji bo gelê Kurd li navçeya Soderhamn a li bakurê Swêdê stand hat vekirin.

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî ji bo gelê Kurd li navçeya Soderhamn a li bakurê Swêdê stand hat vekirin.

Ciwanan bi armancan agahdarkirina raya giştî di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Ciwanan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Soderhamn ve hat lidarxistin belavokên der barê pêşketinên dawiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê têde belav kirin.

Di belavokan de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna gelan a Kurdistan û Rojhilata Navîn de lîstiye û tevkariya li aştiyê kiriye tê destgirtin û polîtîkayên tecrîda giran a li ser Ocalan tê pêkanîn tên teşhîrkirin. Ciwan dixwazin dikin ku tavilê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn û dîsa demildest hevdîtinên aştiyê destpê bikin.  Bang li welatê Swêd û welatên Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê derkevin û piştevaniya bi gelê Bakurê Kurdistanê û Rojava re bilind bikin.

Di çalakiya ku endamên Partiya Çep a Swêdê piştgirî dan welatiyên Swêdê eleqeyek mezin nîşan dan.

...