Ayna: Xweserî bingeha têkoşîna me ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser daxwazên xweseriya demokratîk ya li herêmê hatiye avakirin û wiha got: "Polîtîkaya xweseriya demokratîk bingeha têkoşîna me ye û em ê heta dawiyê li gel van daxwazên xwe bin."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser daxwazên xweseriya demokratîk ya li herêmê hatiye avakirin û wiha got: "Polîtîkaya xweseriya demokratîk bingeha têkoşîna me ye û em ê heta dawiyê li gel van daxwazên xwe bin." Ayna anî ziman ku di sedsala qirkirina Ermeniyan de niha jî ev qirkirin li ser Kurdan pêk tê û ev tişt got: "Ji Kurdan re yan mirin yan jî sirgûnkirin tê ferzkirin."

Kongreya DBP'ê bi axaftinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna bal kişand ser pêkanîna kongreya ku di vê demê de pêk tê û anî ziman ku kongreya ku ew pêk tînin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye û wiha got: "Em Tirkiyeyeke çawa dixwazin pirsgirêkên bingehîn destnîşan dikin û didin nîqaşkirin. Di koka hemû civakan de ferzkirinên serdestiyê hene. Partiyên siyasî yan biryara li gel serdestiyê cih bigirin bidin an jî biryara li hemberî wê rawestin bidin. Mêtingeriya neteweyî ku li holê be ti nikarî bêjî ez li dijî mêtingeriya zayendî me. Ya tê li hemberî hemûyan bî yan jî tê li hemberî yekê rawestî û li ser yê din jî xwe mezin bikî."

PARTIYA KEDÊ Û JINAN

Ayna da zanîn ku DBP partiya kedkar û jinan e û wiha dom kir: "Li dijî mêtingeriya kedê em têkoşîna azadiya kedê didin. DBP di heman demê de partiya jinan e jî. Azadiya civakê ancax bi azadiya jinan gengaz e. Heta jin azad nebin civak azad nabe."

DI SEDSALA QIRKIRINA ERMENIYAN DE LI HEMBERÎ KURDAN QIRKIRIN TÊ FERZKIRIN

Ayna bal kişand ser cudakariyên ku li Tirkiyeyê li hemberî gelan pêk tê û wiha pêde çû: "Peyva Ermenî weke heqaretê tê bikaranîn. Her gel mafdar e çarenûsa xwe bi xwe tayîn bike. Li Tirkiyeyê modela rêveberiyê faşîzm e. Li hemberî vê yekê em modela xweseriya demokratîk diparêzin. Di sala 1915'an de ku li hemberî Kurdan qirkirin pêk hat niha di vê sedsala qirkirinê de li hemberî Kurdan dixwazin qirkirin û qetlîam pêk bînin. Leşker û polîs malan gulebaran dikin, mirovan qetil dikin, faşîst hewl didin ku Kurdan lînç bikin. Ji Kurdan re mirin an jî sirgûnkirin tê ferzkirin."

'EM LI GEL DAXWAZÊN XWESERIYÊ NE

Ayna bal kişand ser daxwazên xweseriyê û wiha bi dawî kir: "Li wê derê gel nabêje 'Em dewletê nas nakin' dibêje 'Ez vê rêveberiyê qebûl nakim' xweseriya demokratîk navenda siyaseta DBP'ê ye. Em ê her tim li gel van daxwazan bin."