Doktor Zeynep Varol a li ser avê TTB’ê li Hopayê lêkolînan dike, diyar kir ku piştî roja çaremîn a lehiyê rîska nexweşiya şewbê çêdibe û got: "Divê bilez tedbîrên tenduristiyê bên girtin.”
Li Hopaya ku lehî û hezazê rê li ber hilweşîneke mezin û windahiya can vekir, Doktor Zeynep Varol a li ser navê TTB’ê lêkolînan dike, hişyar kir ku mimkun e di demeke nêz de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû bidin.
Varol wiha behsa çavdêriyên xwe kir: "Tevayî sîstema kanalîzasyonê zerareke mezin dîtiye. Ava kanalîzasyonê li her cihî belav bûye. Di rewşên afetê yên wek lehiyê de piştî roja çaremîn rîska nexweşiya şewbê destpê dike. Leptospîroz a ku dema îshal û mîza mişkan tevlî avê dibe çêdibe, nexweşiyên wek hepatît A tên dîtin. Lewma pêwîst e bilez tedbîrên tenduristiya gel bên girtin.
'DIVÊ AV BÊNE PARZÛNKIRIN’
Divê di destpêkê de av bêne parzûnkirin. Divê gel di vî alî de bê agahdarkirin. Divê di saziyên tenduristiyê de planek di rewşa nexweşiyê de ka wê çi pêşîlêgirtin bêne kirin hebe. Divê tora peywendiyê bê danîn û di zûtirîn demê de mudaxaleyê nexweşiyê bê kirin. Divê sîstema nexweşiyên şewbê danîn.
Hê jî gundên nehatine gihiştin hene. Em nizanin ka li wan gundan kesên jiyana xwe ji destdane yan birîndar hene yan na. Xebatkarên AFAD’ê gotin hejmara ekîb û mirovan têr nake. Lewma ji bo vê divê teqwiye bê zêdekirin.”
‘DIVÊ HOPA WEKE HERÊMA AFETÊ BÊ RAGIHANDIN’
Parêzer Varol diyar kir ku di rewşa Afet û nexweşiyên şewbê de pir girîng e ku Wezareta Tenduristiyê bi nûnertiyên herêmî re bixebite. Parêzer Varol wiha dewam kir: “Gel dibêje ku em guhdar nekirine û bê xem nêzî wan bûne. Ev bi xwe jî ji bo tenduristiya gel pirsgirêkek e.”
Bi nave TTB’ê jî Doktor Zeynep Varol ê ku ji bo pêwîstiyan di cih de tespît bike hatiye navçeyê got, “TTB’ê ji bo tîmarbûnê kampanyayek daye destpêkirin. Her wiha di rewşa hewcedariyê de em dikarin xizmeteke mobîl a tenduristiyê jî pêşkêş bikin. Em van di çarçoveya pêwîstiyên gel de diyar bikin.”
Varol diyar kir ku, lehî û hezazê pirsgirêkek cidî ya bicihbûnê jî derxist holê û wiha dewam kir, “Pêwîstiyên gel bi xaniyên bi tendurist hene. Divê ev jî bê çareserkirin. Her wiha ji bo birînên gelê herêmê bên peçan divê herêm weke herêma afetê bê ragihandin.”