Îro li Ermenistanê jî erişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê êrîşên dewleta Tik ên li hemberî gelê Kurd hatin şermezarkirin.

Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê êrîşên dewleta Tik ên li hemberî gelê Kurd bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin.

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Kurdên li Ermenistanê ve bi tundî hat şermezarkirin. Hat xwestin, dewleta Tirk tavilê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd bisekinîne.

'DEWLETA TIRK ÎRADEYA GELÊ KURD HEZM NEKIR'

Ji aliyê endamê Kurdistan Komîte, Medya Rêzan ve daxuyanî hat xwendin. Rêzan got, “Ev bi qasî 10 roj in ku pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê rû didin, ji milekî ve me keyfxweş dike, lê ji aliyê din ve jî mirovan dixe nava fikaran. Ew îradeya gel a di 7’ê Hezîranê de derket ji aliyê dewleta Tirk ve ket bin îpotekê. Nasnekirina îradeya gel û valaderxistina wê. Ji aliyê gelê Kurd ve li hemberî vê bêhiqûqiyê nerazîbûn derket pêş. Lê ji aliyê gelê Tirk ve bi qasî ku hat xwestin nerazîbûn pêş neketin.

Gelê Kurd got ku, eger dewlet îradeya wan qebûl neke û nas neke, ew jî dewletê qebûl nakin û xweseriya xwe îlan dikin.

Dewleta Tirk ev îradeya gel hezm nekir û bi armanca tinekirinê êrîş kir. Hevşaredar bi rengekî neqanûnî binçavkirin û girtin. Ev êrîş ne tenê li hemberî gelê Kurd e li hemberî tevahî gelên Tirkiyeyê ye.”

'BI TAYBET ÊRÎŞÎ JINAN DIKIN'

Rêzan diyar kir ku di van êrîşan de bi taybet êrîşî jinan dikin, binçav dikin, digirin û wiha dewam kir: “Ji ber di vê têkoşînê de yên herî li pêş jin in, dewleta Tirk dixwaze îradeya azad a jinê bişkîne. Çawa li navçeya Gimgim a Mûşê hevala me Ekîn Wan ku piştî hat qetilkirin, bi awayekî hovane îşkence li cenazeyê wê kirin û bi awayekî tazî teşhîr kirin. Bi heman armancê hevşaredarên me yên jin jî rastî êrîşan tên û tên girtin.

Em weke jinên Kurd dijminê xwe baş nas dikin. Lewma ev kiryar û pêkanînên dewleta Tirk wê ti carî nikaribe îradeya me bişkîne. Ev hevalên me rûmeta me ya azadiyê ne. Heya dawiyê em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin û ala wan bilind bikin.

Em di dawiyê de weke Kurdên li Ermenistanê dijîn xweseriya demokratîk a li bajarên Kurdistanê hatine îlankirin silav dikin û serketinê dixwazin. Em weke Kurdistan Komîte dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Em bang li dewleta Tirk dikin; bila êrîşên xwe yên li ser Gelê Kurd bi dawî bike. Êdî sebra gelê Kurd nemaye.  Bila demildest tecrîda li ser Rêberê Kurd bê rakirin û muzakere bêne berdewamkirin. Rêber Apo îradeya gelê Kurd e û em xwedî li îradeya xwe derdikevin.  Em ji dewleta Tirk re dibêjin, ‘Êdî bes e.’”