Kartal: Pêwîst e gelê me yê li Ewropa rola xwe hê bihêztir bilîze

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê di civîna gel a li paytexta Norwecê Oslo de axivî got, “Dewlet cara yekemîn e li hember Kurdan ne di nav yekîtiyê de ye.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê di civîna gel a li paytexta Norwecê Oslo de axivî got, “Dewlet cara yekemîn e li hember Kurdan ne di nav yekîtiyê de ye.”

Di civîna gel a li paytexta Norwec Oslo de ji çar parçeyên Kurdistanê gel amade bû. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axaftinek kir. Civîn, li Komeleya Çandê ya Kurdistanê pêk hat.

Kartal got ku sedemên diyar ên hikûmeta AKP’ê hemberî Kurdan şer îlan kiriye hene û diyar kir AKP dixwaze di serî de destketiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya 2013’an bi dest xistiye de bifetisîne. Kartal da zanîn ku AKP dixwaze feraseta erênî ya di cîhanê de li hemberî PKK’ê çêbûye xera bike. Kartal anî ziman ku AKP bi êrîşên sembolîk ên li hemberî DAIŞ’ê û di heman demê de bi êrîşa li ser PKK’ê re dixwaze feraseta ku ez li hemberî terorê têdikoşim biafirîne.

Kartal da zanîn ku Hikûmeta AKP’ê ji piştgiriya ku gelê Tirkiyeyê daye HDP’ê pir aciz bûye û got, “HDP’ê cara destpêkê ji 81 bajaran deng standiye.”

Kartal diyar kir ku cara destpêkê dewleta Tirkiyeyê di têkoşîna li hemberî Kurdan de ne xwedî yekîtiyekê ye. Kartal got ku rola Kurdên Ewropayê û dostên wan ên bi pêşketinên Kurdistanê re heya niha lîstine girîng e wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Piştî axaftina Kartal, sînevîzyona axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo Kurdên li Ewropayê  hat nîşandan.

...