Ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê hat qetilkirin li Kolnê mîtîng
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên rejîma Îranê ji sala 1988’an ve qetil kiriye çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên rejîma Îranê ji sala 1988’an ve qetil kiriye çalakiyek hat lidarxistin.
Mîtînga Behrûz Alkhanî yê 26’ê Tebaxê hat darvekirin hat bîranîn li pêşiya îstasyona trenê ya navend a Kolnê pêk hat. Gelek kes ku tevlî mîtîngê bûn, çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PJAK, KODAR û KJAR hilgirtin û dirûşma, ‘Qatil Îran’ qîr kirin.
Kurdistaniyan qada Dom a Dîrokê ya cihê mîtîngê bi dovîzên ku rejîma Îranê şermezar dike tijî kirin. Kurdistaniyan pankartên wêne û çîroka jiyana girtiyên siyasî yên Kurd ên ji sala 1988’an ve hatine qetilkirin vekirin. Çalakvanan ji bo têkildarî mijarê mirovan agahdar bikin belavok li Elmanan û tûrîstan belav kirin.
Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê paşê ji bo bîranîna şehîdan gulên sor ên bi xwe re anîbûn ji Pira Dom avêtin çemê Ren.
Alî Kûr û Mihemed Agayarî yên ji bo rejîma Îranê protesto bikin tevlî çalakiyê bûn polîtîkayên darvekirin û îşkenceyê yên Îranê ji ANF’ê re nirxandin.
Alî Kûr anî ziman ku Îran xwe ji raya giştî ya derve re wek azadîxwaz nîşan dide û got: “Lê dema dor tê Kurdan rûyê xwe yê herî bêrehm nîşan dide.”
Mihemed Agayarî yê tevlî mitîngê bû diyar kir ku sedsala 21. wê bibe ya Kurdan û wiha dewam kir: “Kurd naxwazin li ser xaka xwe bên qetilkirin. Wê dawiya welatên hê jî ev nedîtine ji Sûriyeyê ne cudatir be.”
Agayarî bang li rejîma Îranê kir, xwest dest ji polîtîkaya darvekirinê berde û rêz nîşanî mafên herî însanî yên gelê Kurd.