Dadgeha Şêwirmendiyê li dijî RES ên li Karabûrûnê derket
Dadgeha Şêwirmendiyê, di doza li dijî projeya RES a Karabûnê ya Lodos A.Ş. de daxwaza temyîzê qebûl kir û biryara dadgeha herêmî betal kir.

Gelê Karabûnê yê li dijî santralên enerjiya ba têdikoş in, ku van santralan zevî, çêre û jîngehên li herêmê dagir kirine, li hemberî projeya RES a Karabûrûnê ya Lodos A.Ş. doz vekir. Dadgeha Şêwirmendiyê ev daxwaza temyîzê qebûl kir û biryara dadgeha herêmî betal kir. Bi vê biryarê re wê daxwaza ÇED'ê ya li ser betalkirina projeya santrala enerjiyê ku ji sed 61 ê herêmê dagir kiriye, ji nû ve were nirxandin. Gelê nîvgiravê civîna fîrmayê ya meha bihurî ya danasînê protesto kir, bi vê biryara dadgehê re kêfxweş bû.
'SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
Konseya Bajêr a Karabûrûnê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan sedemên dijderketinê û daxwaza redkirina serlêdana ÇED'ê ji wezareta pêwendîdar re şandine. Konseyê got, "Ji bo pêşîgirtina li vê rewşa hilweşînê, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û qanûnî li her platformên neteweyî dewam bikin. Zerara bi HES'an re li Derya Reş li xwezayê û jiyana herêmê hat kirin, bi destûrên ji bo RES'an re tê xwestin li Egeyê bê kirin. Navê vê pêkanînê ne 'enerjiya paqij e', talan e. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye."