BI DÎMEN

‘Li kantona Firatê heta niha 75 hezar ton genim hatiye wergirtin’

Sewsen Daban diyar kir ku heta niha bi qasî 75 hezar ton genim li kantona Firatê hatiye wergirtin û got ku heta hebek genim hebe ew ê ji cotkaran bikirin.

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Kantona Firatê Sewsen Daban têkildarî wergirtina genim ji ANF’ê re axivî.

Sewsen anî ziman ku di 1’ê Hezîranê de li her sê navendên depo yên kantona Firatê genim ji cotkaran hat wergirtin û got: "Ji 1’ê Hezîranê heta 11’ê Hezîranê cotkar berê xwe didin cihê Desteya Çandiniyê û dorên xwe yên dayîna genim digirtin. Cotkaran bi dogma genim didan. Piştî wê jî bi torbeyan dihatin standin. Standina genim jî li ser sê navendên sereke yê kantona Firatê bû; Rovî, Çelebî û Sirînê. Li Rovî û Sirînê genim bi torbeyan hat wergirtin, lê li Çelebiyê nehat wergirtin."

Sewsen Daban ev tişt jî got: "Li Eyn Îsa beşekî Genim dihat Çelebiyê û beşek jî diçû navenda wergirtinê ya Kobiş a Reqayê. Me bi desteya çandiniyê ya Minbicê re jî peywendî danî û bi torbeyan genim ji wan re dişand. Heta 5’ê Tîrmehê li Kantona Firatê 75 hezar tone genim hatiye wergirtin. Heta niha jî wergirtin berdewame û heta hebek genimê dawî wê ji cotkar bê kirîn."