BI DÎMEN

Li herêma Serhedê lehî rabû: Li Qereyaziyê ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Ji ber lehiyên ku li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê rabûne, li Qereyaziyê Yakûp Eren ê 23 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gundên bi ser navçeyên Tatos (Tekman), Qereyazî û Xorasan ên Erziromê û li navçeyên Zêtka Zêtka (Eleşkîrt) û Bazîdê yên Agiriyê ji ber barana zêde lehî rabûn.

TATOS

Li gundên Hecîcergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Melemihemed yên bi ser navçeya Tatosê ve ji ber barana zêde lehî rabûn. Bendava aîdî Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ya nêzî gundên Hecîcergo û Merxokê ji ber lehî rabû teqiya û gund di bin avê de man. Ava bendavê û lehî tevlihev bûn û avê avêt ser gundan. Di encama lehiyê de xesar gihîşt mal û axûrên gundiyan. Gundiyan diyar kir ku gelek heywanên wan bi lehiyê re çûne.

QEREYAZÎ

Li gundê Sukanokê ya bi ser navçeya Qereyaziyê ve jî lehî rabû. Yakup Eren ê 23 salî ku li ber pez bû bi lehiyê re çû û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eren ji ber bi lehiyê re çûbû li gundê Çello yê bi ser navçeya Dutaxê ya Agiriyê ve hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze nêzî 40 kîlometre bi lehiyê re çûye. Cenazeyê Eren rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.

XORESAN

Li hin gundên bi ser navçeya Xoresanê jî lehî rabû û li gundê Kadicelal 12 dewar bi lehiyê re çûn û mirin. Lehiyê xesar gihand zeviyên çandiniyê, mal û axûrên welatiyan.

AGIRÎ

Li hin gundên bi ser navçeya Zêtka û Bazîdê ve jî ji ber barana zêde di bin lehiyê de man. Li gundê Avxark ê bi ser navçeya Zêtka ve ji ber lehiyê xesar gihîşt mal, axûr, rê û zeviyên çandiniyê.