'Dewleta Tirk korîdoreke Tirk-Ereb ava dike, divê welatên Ereb li ber rabin'

Rojnamevanê Sûriyeyî Ebdulrehman Rebû anî ziman ku dewleta Tirk li nava xaka Sûriyeyê korîdoreke Tirk-Ereb ava dike û destnîşan kir ku divê welatên Ereb li hemberî vê yekê helwestekê nîşan bidin.

Yekşema bihurî di civîna xwe ya 160 emîn de Desteya Wezîran a Civata Hevkariya Kendavê têkildarî mijarên parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, rêzgirtina serxwebûn û serweriya wê, rabûna li ber destwerdana herêmî ya li kar û barên Sûriyeyê, helwesta xwe nîşan da û li ber destwerdana li Sûriyeyê rabû.

Encûmenê her wiha piştgiriya xwe ji bo hewlên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ji bo Sûriyê, nîşan da.

Rojnamevanê Sûriyeyê Ebdulrehman Rebû têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku daxuyaniya Encûmena Hevkariya Kendavê daxwaz û fikarên her mirovekî Sûriyeyê tîne ziman.

Rebû anî ziman ku zêdeyî 4 sal in dewleta Tirk komployeke demografîk li herêmê pêk tîne û li ser sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re korîdoreke Tirk-Erebî ava dike.

Rebû got, "Ev yek jî dibe sedem ku gelê xwecihî ku piraniya wan Kurd in, di bin zexta şer, hedefgirtin, komkujî û rûxandina sîstematîk a binesaziyê de bimîne."

Ebdulrehman Rebû destnîşan kir ku welatên Ereb divê hîn bêhtir li ber van plan, komplo û sûcên li herêmê rabin û ji Tirkiye û Îranê re bibêjin êdî bes e.

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê Misrî Mihemed El Yemenî jî diyar kir ku piraniya welatên Ereb ên di nava Encûmena Hevkariya Kendavê de ne, li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê li hev dikin û destwerdanê red dikin.