Şîrketa madenê ya li Golanê gefê li ekosîstem û gel dixwe

Projeyên madenê yên ji aliyê Koza Holdingê ve li navçeya Golan a Erdexanê têne meşandin hem li ser ekosîstemê hem jî li ser xelkê herêmê gefeke cidî ye.

QIRKIRINA EKOLOJÎK A LI GOLANÊ

Qirkirina xwezayê ya li cografya Kurdistanê ku bi karên madenê zêde bûye, ne tenê ji aliyê aborî ve di heman demê de bi encamên xwe yên civakî û çandî gefeke mezin e. Projeyên madenê yên Koza Holding li navçeya Golan a Erdexanê dimeşîne, li ser ekosîstem û gelê herêmê gefeke mezin e.
Fîrma Madenê ya Koza ji bo derxistina zîv û sifir rêbaza kanê ya vekirî bi kar tîne û dixwaze zeviyên gundên Haraba, Gundik, Şekî û Girdamal ên Golanê weke qada madenê talan bike. Destûrnameya ku ji bo vê yekê ji şîrketê re hatiye dayin li ser ekosîstem û jiyana gelê herêmê metirsiyeke cidî ye.

Şêniyên herêmê diyar dikin ku karên madenê wê bibe sedema felaketên hawirdorê û bi bikaranîna dînamîtan jî wê kaniyên avê zerarê bibînin, derbeke mezin li çandinî, sewalkarî û mêşvaniyê bê xistin. Her wiha Çemê Şîmşîmîkê tenê bi 146 metreya dûrî vê qadê ye, lewma gefa li ser jiyanê bi tenê 150 metre dûr e.

Projeyên bi vî rengî dibin sedem ku xelkê herêmê koç bike, hevsengiya aborî û ekolojîk xera bibe. Dewlet bi binpêkirina pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî destûrê dide qirkirina xwezayê. Ji ber vê yekê jî li Dadgeha Îdareyê ya Qersê li dijî vê talanê têkoşîna hiqûqî hatiye destpêkirin û daxwaza betalkirina destûrnameya ji şîrketê re hatiye dayin tê kirin.

RÎSKA ERDHEJÊ Û GEFÊN JEOLOJÎK

Pispor dibêjin, qada madenê ya li Golanê li ser xeteke erdhejê ya çalak e. Li gorî nexşeya xeta erdhejê ya ji aliyê Lêgerîn û Lêkolînkirina Madenê (MTA) ve hate amadekirin, ev xet ji aliyê rûdana erdhejê ve rîskeke mezin e. Erdheja ku sala 2022'an li navenda Golanê bi mezinahiya 5.2 pileyî rû da, nîşan da ku herêm ji aliyê jeolojîk ve çiqasî hesas e. Pispor dibêjin, karê madenkariyê li vê xeta erdhejê dikare bibe sedema erdhejên nû, lewma dixwazin ku destûrnameya madenê bê betalkirin ku ev yek wê ne tenê xizmetê ji ekolojiyê re bike, di heman demê de wê xizmetê ji parastina jiyana mirovan re bike.

GEFA LI SER ÇAVKANIYÊN AVÊ

Projeyên madenê yên Şîrketa Zêr a Koza AŞ li ser çavkaniyên avê yên li herêmê jî gefeke cidî ye. Bi taybetî rîska gemarîkirina Çemê Şîmşîmîk û Kûra sedema herî mezin a metirsiya ji ber karên madenê ye. Xerabûna ekosîstema herêmî dikare bibe sedem ku cûreyên nebatan ên endemîk û populasyona masiyên herêmê tine bibe. Ev xisara hawirdorê wê ne tenê li ser cihêrengiya biyolojîk a li herêmê metirsî be, her wiha dikare gefê li tenduristiya mirovan jî bixwe.

BANDORA LI SER ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ

Navçeya Golanê bi taybetî bi sewalkarî û mêşvaniyê tê naskirin. Pênêrê herêmê û hilberîna hingivê organîk ê li herêmê tenê bi parastina vê dewlemendiya xwezayî dikare pêk were. Lê belê karê madenê dibe ku bandoreke neyînî li vê pêvajoya hilberînê bike. Piştî ku madenan ava li kaniyan gemarî kir, hingî berhemdariya zeviyên çandiniyê jî dikare kêm bibe, şêniyên herêmê yên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin dibe ku ji neçarî koç bikin. Karên madenê yên li navçeya Îlîç a Erzînganê mînakeke şênber e ku nîşan dide, bê xisareke çawa li pêvajoyên hilberîna xwecihî dike. Li ser Golanê jî heman gef heye.

Komeleyên hawirdorê, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên herêmê li dijî projeyên madenê yên li Golanê nerazîbûneke xurt nîşan didin. Ji bo balê bikişînin ser zerara madenê li hawirdorê û tenduristiyê têkoşîna hiqûqî dimeşînin. Bi civîn, çalakî û panelan gel li ser bandora madenê ya li xweza û jiyana mirovan tê agahdarkirin û li dijî vî karî piştevaniyeke civakî tê afirandin.