PJAK: Xwerêxistinkirina gel a ji bo parastina jîngehê divê bibe karê herî ewil

Komîteya Ekolojiyê ya PJAK’ê têkildarî şewatên van demên dawî yên li hin herêmên rojhilatê Kurdistanî da xuyakirin ku berpirsa van şewatan dewleta Îranê ye û daxwaz ji gelê Kurd kir ku ji bo parastina jîngehê xwe rêxistin bikin.

DAXUYANIYA PJAK'Ê

Komîteya Ekolojiyê ya PJAK’ê li ser wan şewatên ku van demên dawî li çêregeh û daristanên bajarên wekî Ciwanro û Paweyê derdikevin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li ser derketina şewatan guman hene û ji bo şewatan banga hestyariyê hate kirin.

Daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya PJAK’ê wiha ye:

“Li gel nêzîkbûna demsala havînê, careke din daristan û çêregehên rojhilatê Kurdistanê yên cuda cuda rastî şewatê tên ku hin dest li pişt wan hene. Lewma xwerêxistinkirina gel a ji bo kontrolkirina van şewatan û parastina jîngehê bûye pêwîstî. Piraniya van şewatan ji ber nêrîna ewlehîxwaz a sîstema kavilkar a Îranê çêdibin û pêwîst e bi rêya helwestekê ku gel ji xwe re bingeh werdigire, em li dijî vê yekê tê bikoşin.

Ji 8’ê hezîranê ve zincîreyek şewat li çêregeh û daristanên Ciwanro û Paweyê rûdidin, lê belê sîstema Îranê ya dijekolojî di asta herî kêm de jî bala xwe nade van şewatan. Bi xêra saziyên sivîl ên jîngehparêz û çalakvanên jîngehê ev şewat hatine kontrolkirin. Dîyar e ku nêrîna ewlehîxwaz a rejîmê û hebûna destên veşartî di van şewatan de bi salan e sedemên van şewatan in. Şewatên rojên borî yên li daristanên Ciwanro û Paweyê jî ji ber van sedeman çêbûne û berdewam in. Ev siyaset û kiryarên rejîmê tenê bi wergirtina helwestê û bi çalakiyên bênavber ên hêza gel û çalakvanên jîngehê û her wiha bi berxwedana rewa ya saziyên jîngehê dê bê pûçkirin.

Komîteya Ekolojiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) van destên veşartî û bêdengiya saziyên fermî şermezar dike û daxwazê ji saziyên sivîl ên jîngehparêz, çalakvanên jîngehê û ji hemû çînên civakê dike ku ji bo kontrolkirin û vemirandina agiran hewl bidin. Di gel vê yekê, xwerêxistinkirina gel mafekî demokratîk e û divê zêdetir bê pêşvebirin. Pêwîst e gelê me rejîma ku bi xwe sedema jinavbirina jîngehê ye, tiştekî hêvî neke û bi xwe gavan biavêje. Ji ber ku serekîtirîn rê ji bo astengkirina wan sedemên ku li pişt şewatên daristan û çêregehan in, pêşvebirina xwerêxistinkirina gel a demokratîk û bihêzkirina yekîtiyê ye.”