Li dijî gundiyên Muglayê êrîş pêk hat: 7 kes hatin binçavkirin
Leşkerên Tirk, êrîşî gundiyên ku li dijî avakirina HES'ê ya tê xwestin li Fethiyê bê avakirin nobet digirtin kir û 7 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Leşkerên Tirk, êrîşî gundiyên ku li dijî avakirina HES'ê ya tê xwestin li Fethiyê bê avakirin nobet digirtin kir û 7 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li taxa Sogutlu ya navçeya Fethiye ya Muglayê tê xwestin ku santralên Hîdroelektrîk (HES) bên çêkirin. Di 5'ê Tebaxê de wesayîtên înşaetê tevî ekîbên jendermeyan ji bo HES’ê li ser çem bê çêkirin ku yekane çavkaniya avê ya herêmê ye, ber bi herêmê ve hatibûn birêkirin. Ji vê dîrokê û şûn de li dijî vê xebata ku di bin parastina jendermeyan de tê meşandin de, çalakiya nobetê ya gundiyan didome. Wesayîtên înşaetê kete Akçayê û xwest berê avê biguherîne. Gundî xwestin pêşiya vê yekê bigirin, li ser vê yekê jendermeyan êrîşê gundiyan kir. Di encama êrîşê de 7 gundî bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku yek ji gundiyan Recep Alkya di encamê derbê xwarî de serê wî birîn bûye.