Nûçeya Lezgîn: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li deriyê bajêr şerekî dijwar diqewime

Germahî bi dijwarî bandorê li şevan jî dike

Li gorî lêkolîneke Climate Central, ji ber guhertina werzê, germahî bi dijwarî bandorê li şevan jî dike.

Li gorî bultena dawî ya bernameya çavdêriyê ya werzê Copernicus a Yekîtiya Ewropayê, dibe ku sala 2024’an weke sala herî germ bê qeydkirin.

Germahiya gerdûnî dibe sedem ku cîva di nava rojê de her ku biçe bilindtir bibe û ev yek şevê jî tê hîskirin.

Climate Central roja Pêncşemê analîzek weşand. Li gorî vê analîzê ji sêyan yekê nifûsê ji germahiya şevan jî bandor dibin. Ku di şevan de germahî dikeve ser 25°C’ê.