Ûlûs: Budçeya ji bo şer, gel xizan dike
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê Mehmet Nûrî Ûlûs diyar kir ku budçeya di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de ji şer re tê veqetandin, gel bêhtir xizan kiriye.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê Mehmet Nûrî Ûlûs diyar kir ku budçeya di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de ji şer re tê veqetandin, gel bêhtir xizan kiriye.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê Mehmet Nûrî Ûlûs anî ziman ku di nava sala dawî de sînorê birçîbûnê 6 hezar û 288 lîre, sînorê xizaniyê jî 21 hezar û 208 lîre zêde bûye û anî ziman ku kedkarên cemaweriyê bi giranî ji sedî 99 ê wan di binê sînorê xizaniyê de mûçeyan werdigirin.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Nûrî Ûlûs li ser pirsirêkên aboriyê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku hêza krînê ya kedkarên cemaweriyê û gel kêm bûye. Ûlûs dyar kir ku çavkanî ji şer re têne xerckirin û got, "Budçeya ku bikeve bêrîka gel, ji polîtîkayên ewlekariyê re tê bikaranîn. Sîstemeke welê hate avakirin ku ji şer û rantê re tê xerckirin. Ev yek ji sedemên bingehîn ên kêmkirina hêza kirînê ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser daneyên enflasyonê yên çar mehên dawî, tê dîtin ku mûçeyê kêmtirîn di binê sînorê birçîbûnê de dimîne. Li gorî lêkolînên me yên dawî sînorê birçîbûnê 25 hezar TL derbas kiriye. Bi giranî ji sedî 99 ê kedkarên cemaweriyê mûçeyên di binê sînorê xizaniyê de werdigirin. Sînorê xizaniyê gihîştiye 80 hezar TL'yî. Ji ber polîtîkayên dewletê budçe ji şer û rantê re tê veqetandin. Ji gel, tenduristî û perwerdeyê re budçe nayê veqetandin."
Ûlûs anî ziman ku hejmara enflasyonê ya ku ji aliyê Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) ve têne eşkerekirin rastiyê nîşan nadin û got, "Saziy statîstîkan bi daneyan dilîze û hewl dide ku hêza kirînê xurt nîşan bide."