HEVPEYVÎN

'Em ê bi gelê xwe re jîngehê ji nû ve şîn bikin'

Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê bal kişand ser girîngiya parastina ekolojiyê û got ku ekolojî girêdayî civak û jiyanê ye, ji bo parastina wê divê hemû gel alîkariya Desteya Ekolojiyê bike.

Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê li ser girîngiya parastina ekolojiyê ji ANF’ê re axivî. Mihemed Ehmê qala avabûna desteya Ekolojî kir û got ku Ekolojî yek ji mijarên bingehîn ên fikra neteweya demokratîk e. Mihemed ev tişt got: ‘’Ekolojî weke yek ji lingên bingehîn ên fikra neteweya demokratîk e û xebatên me yên têkildarî vê mijarê yên weke zêdekirina şitilgehan, rengkirina jîngehê û hişyariyên ji bo parastina ekolojiyê zêde ne.’’

Mihemed di dewama axaftina xwe de qala astengiyên xebatan û sedema wan kir û got: ‘’Di dawiya sala 2023'yan û destpêka sala 2024'an de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bandoreke mezin li ser hemû îmkanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Her wiha di encama van êrîşan de herêmê bi xwe jî zirareke mezin dîtiye ku ji aliyê çeteyan ve gelek darên herêmê hatine birîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di fikr û çanda xwe de gelekî girêdayî çandinîyê ne û bi Şoreşa Rojava re çandiniya li herêmê zêdetir bûye. Her wiha bi taybet jî Rêveberîya Xweser jî di vê mijarê de roleke mezin hildaye ser milên xwe.''

Ehmê anî ziman ew herî zêde di warê hişyarkirina civak û zarokan a ji bo parastina jîngehê de kar dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke Desteya Ekolojiyê niha li ser derxistina hin qanûnên têkildarî parastina ekolojîyê kar dikin. Lê em dîsa tînin ziman ku em nikarin ekolojîyê girêdayî sazîyekê yan jî hin kesan biparêzin, parastina ekolojiyê girêdayî  civak û jiyanê ye. Her wiha li gel van yekan jî em ê xebatên xwe yên têkildarî parastina ekolojiyê bi komunan re bidin meşandin û  hemleyên me yên hişyarîyê yên ji bo parastina ekolojîya tim berdewam in û wê berdewam bikin jî.’’

Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de behsa zirarên êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Dorpêçên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê zirareke mezin daye ekolojîyê û ji ber encamên dorpêçê jî civak neçar dimîne ku bi rê rêbazên cuda berê xwe bide rêyên çareserîyan ku ev yek jî carna zirarê digihîne ekolojîyê. Ji ber ku li herêma Cizîrê petrol heye gel bi rêbazên ku serî lê didin, zirarê didin ekolojiyê. Lê belê xebatên me yên di vî warî de jî berdewam in.’’

Mihemed Ehmê da xuyakirin ku ji bo avakirina jîngeheke paqij xebatên têkildarî parastina ekolojiyê di gavên xwe ên destpêkê de ne û destnîşan kir ku ekolojîyeke paqij rê li pêşîya pirsgirêkên civakî digire ku yek ji wan jî koçberî ye û got: ‘’Em weke Desteya Ekolojiyê hîna di destpêka vê xebatê de ne. Ji ber ku avakirina ekolojîyeke bitendrust di çend salan de ne pêkan e. Em dizanin ku serkeftina me girêdayî berdewamîya jiyanê ye jî. Her wiha hewce ye hemû sazîyên li herêmê û civak di mijara parastina ekolojiyê de alikariya me bikin.’’

Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina xwezayê ev bang kir: ‘’Em bang li  gelê xwe dikin ku xwezayê biparêzin û qirêj nekin. Ne pêkan e ku Destaya Ekolojiyê bi  tena serê xwe xwezayê biparêze. Em xwe weke desteyeke civakî dibînin û ji ber wê yekê jî divê hemû gelê me di vê mijarê de alîkariya me bike. Parastina xwezaya me erk û berpirsiyariya me hemûyan e. Hêviyên me yên têkildarî vê mijarê mezin in. Em baş dizanin ku civaka me civakeke girêdayî xweza, jîngeh û bajarê xwe ye. Em ê bi gelê xwe re xwezaya xwe ya bi rêya gef û êrîşên dewleta Tirk zirar ditiye, biparêzin û jingeha xwe ji nû ve şîn bikin.’’