Hêzên Şamê bombe li stasyona avê barand

Hêzên hikumeta Şamê û milîsên Dîfa Wetenî bombe li stasyoneke avê ya bajarê Ebû Hemam barand.

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî 12’ê Tebaxê Kooperatîfa El Rawiye topbaran kiribû. Stasyona avê ya kooperatîfê av dida 12 hezar donim zevî ji bajarokê Ebû Hemam heta 17 kîlometre ber bi bajarokê Kişkiye yê bajarê Firatê yê rojhilatê Dêrazorê ve.

Di encama topbaranê de, jeneratora stasyonê xirab bû û stasyon rawestiya û êdî 2 hezar cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin. Dê di encamê de jî bandor li jêdera qûta şêniyan û xwediyên sewalan bike.