BI DÎMEN

Parastina amûrên kevneşopî mîraseke çandî ye

Samî Eyşa destnîşan kir ku ew ji bo parastina mîrasa klasîk amûrên kevn berhev dike û wan ji tunebûnê rizgar dike.

Samî Eyşa yê 39 salî ji bajarê Idlibê ye lê belê li Qamişloyê dimîne û  bavê 4 zarokan e. Samî pir ji baxçeyê ku bi destên xwe ava kiriye hez dike.  Samî Eyşa di nava baxçeyê xwe de odeyeke biçûk ava kiriye da ku ji bo cotkaran cihekî bêhnvedanê çêbike. Armanca  Samî ew e  ku cotkaran ji sarma zivistanê û germa havînê biparêze. Samî odeya xwe bi amûrên kevn ên çandî xemilandiye û amûrên berbehs gelekî kevn in ku hinek ji wan yên sed salî beriya niha ne. Di heman demê de Samî di baxçeyê xwe de darên cuda û kulîlkên reng bi reng çandine.

Samî Eyşa bal kişand ser berhevkirina amûrên kevn û ev yek anîn ziman: ‘’Ev 5 sal in min ev baxçe ava kiriye. Gelek amûrên kevn li cem min hene. Ez van amûran li bazaran peyda dikim ku hin malbat dema ku dixwazin tiştên xwe biguherînin, wan amûrên kevn difiroşin û ez jî diçim wan tînim yan jî dikirim. Gelek amûrên kevn bi dest dixim yên weke radyo, televîzyonên reş û sipî, telefonên kevn û amûrên hesin yên gelekî kevn. Her wiha ji ber ku bi amûrên kevn em dîroka xwe bi bîr tînin jî ez pir kêfxweş im. Ez van amûran ji bo parastina mîrasa klasîk berhev dikim. Her wiha ez dixwazim vê odeya xwe mezintir jî bikim da ku odeyê bi zêdetir amûrên kevn bixemilînim. Min baxçeyek li navenda bajêr ava kiriye sedema wê yekê jî parastina xwezayê ye û hewce ye em bi çandina şînkahî, dar û cûreyên gulan xezaya xwe biparêzin.’’

Samî Eyşa got ku wî navê Xerbûş Derb Eltenûr li odeya xwe kiriye û wiha qala wateya wê kir: ‘’Elxerbûş odeyeke bi teşeyeke kevin tê naskirin. Odeya min a ku bûye cihê amûrên kevnar jî pir kevn e.  Her wiha di têketina baxçeyî de jî  tenûrek kevnar heye û em ji wê rêyê re em dibêjin rêya tenûrê. Min ji ber wê yekê min navê Xerbûş Derb Eltenûr li odeya xwe kiriye.’’