BI DÎMEN

Li Wanê çandinî û sewalkarî li ber tinebûnê ne

Hevşaredarê Seravê Davût Acar destnîşan kir ku cotkar berdêla polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê didin û got, qadên li ser sînor ên weke herêma leşkerî hatine ragihandin li pêşiya çandiniyê asteng in.

LI WANÊ ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ

Li Kurdistanê yek ji deverên ku çandinî û sewalkarî demekê çavkaniya herî mezin a debarê bû, Wan e. Li Wanê çandinî û sewalkarî êdî li ber tinebûnê ye. Hejmara sewalên têne xwedîkirin gelekî kêm bûye, ji ber bihabûna sotemeniyê jî gundî nema dikarin zeviyên xwe biçînin. Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî li şûna ku têkildarî çandinî û sewalkariyê tedbîran werbigire got, "Ji niha û pê ve zeviyên çandiniyê yên du salan li ser hev nehatine çandin wê bêne kirêkirin" û bi vî rengî gef li gundiyan xwar. Ev daxuyaniya Kîrîşçî bû sedema nerazîbûnan. Hevşaredarê Seravê Davût Acar ji ANF'ê re axivî û got, "Cotkar berdêla polîtîkayên şaş ên hikumetê didin."

'ZEVÎ HEMÛ WEKE HERÊMA LEŞKERÎ Û QEDEXEKIRÎ HATIN RAGIHANDIN'

Davût Acar anî ziman ku lêçûnên sotemeniyê zêde bûne, çêrgeh û zozan hatine qedexekirin û ji ber vê yekê jî çandinî û sewalkarî li ber tinebûnê ye. Davût Acar diyar kir ku cotkar nikarin berhemên xwe bifiroşin, dixisirin û got, "Cotkar berhemên xwe nikarin bibin bazarê, nikarin bifiroşin û buhayê sotemeniyê jî zêde ye. Herêma me herêma çandinî û sewalkariyê ye, lê belê dîwar li ser sînor tê danîn, xendek tê kolandin. Ev jî zerareke mezin dide cotkaran. Em li ser sînor in, lewma dibêjim. Qadeke bi hezar km'yî ya qedexekirî heye û ev dever jî hemû çêrgeh e. Gundî nikarin sewalên xwe biçêrînin, nikarin gihayê biçinin. Qad mezin e, lê nikarin bi kar bînin. Ev jî dibe sedema koçberiya ji gundan. Gelê me mexdûrê vê rewşê ye."

'MAFÊ MILKIYETÊ YÊ COTKARAN TÊ DESTESERKIRIN'

Acar destnîşan kir ku li navçeya Seravê ji bilî çandinî û sewalkariyê çavkaniyeke xwe ya debarê nîne û got, "Deriyê gumrukê bûye deriyê derdan. Bi gotina qaçaxçitî tê kirin bi dehan mirov li ser sînor qetil kirin. Çandinî û sewalkarî li ber destê me mabû, niha jî wê jî ji me distînin. Fatûreya polîtîkayên çandiniyê yên şaş niha hewl didin li cotkaran bibirin. Cotkar dema ku bixisire çima hilberîne? Beriya her tiştî divê çareseriyê ji vê yekê re bibînin. Dibêjin, 'Eger te neçand em ê dest dînin ser'. Ev yek desteserkirina mafê milkiyetê ye. Banga me li hikumetê ye ku dest ji van polîtîkayan berde û derfetan biafirîne ku cotkar karibin hilberînê bikin."