Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî têkoşîna hevpar bê avakirin û got, "Eger me bikariba pêşî li şewitandina darên Gabar û Cûdî bigirta, dibe ku li Îzmîrê rewşeke cuda derketa holê."

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya civînên "Nan û Edaletê" de li Navenda Çandê ya Îsmet Înonû ya Konak a Îzmîrê bi ekolojîstan re hat gel hev. Parlamenterên DEM Partriyê Kamûran Tanhan, Îbrahîm Akin û Bûrcûgul Çûbûk, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag, endamên PM’ê yên DEM Partiyê yên Herêma Egeyê, ekolojîst û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

AKIN: EM DIKARIN AXA XWE BI HÊZA HEVGIRTÎ BIPARÊZIN

Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin axaftina vekirinê kir û bal kişand ser şewatên daristanan. Akin diyar kir ku li Tirkiyeyê wêraniyek cidî ya ekolojîk heye. Akin anî ziman ku li dijî vê qirkirinê, têkoşîna ekolojîk parçe bi parçe nabe bê meşandin. Akîn destnîşan kir ku êrîşên ekolojîk ji navendekê û piralî tê meşandin û got, "Divê em li dijî êrîşan bi awayekî rêxistinbûyî têbikoşin. Em dikarin xweza, hewa û axa xwe bi hêza hevgirtî biparêzin."

JI RÊXISTINÊN EKOLOJÎK BANGEWAZÎ

Piştî axaftina Akin saziyên ekolojiyê mafê axaftinê girtin. Hevserokê Yekîtiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê bi êrîşeke awarte re rû bi rû ne û got, "Em ji êrîşê wêdetir bi rûxandina ekolojiyê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê 25 kanên zêr hene. Ji bo 135 kanên zêran lîsans hatine dayîn. Ji bo girtina kanên zêr me kampanyayek da destpêkirin. Em ji DEM Partiyê daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Êrîş topyekûn e, divê em jî têkoşînê topyekûn bimeşînin. Divê sê dînamîkên sereke Kurd, jin û tevgerên ekolojiyê yên li vî welatî werin cem hev, xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşan bisekinin."

Seroka Tarim Orkam Senê Serap Baysal bal kişand ser şewatên li welêt û bi bîr xist ku ji ber şewatê bi hezaran zindî jiyana xwe ji dest dane. Baysal diyar kir ku şewat zirarê dide ekosîstemê û got, "Eger fîloyên agirkujiyê bihatana kirîn, em ê bi vê karesatê re rû bi rû nemana. Divê em li dijî qirkirina ekolojiyê bi hev re têbikoşin."

BAKIRHAN: TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ TÊKOŞÎNA EDALETÊ YE

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan herî dawî axivî. Bakirhan destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst a emperyalîst li hemû cîhanê dijminatiya xwezayê dike.

Bakirhan anî ziman ku sîstem ji bo berjewendiyê xwe û pereyekî zêdetir qezenc bike xwezayê qir dike û got, "Em bi sîstemeke têrnebûyî re rû bi rû ne, demokrasî û azadiyê wekî asteng dibîne. Lewma em têkoşîna ji bo ekolojî weke têkoşîneke li dijî edalet û nan dibînin. Newekhevditîna qirkirina darên Cûdî û qirkirina Akbelenê, neparastina herduyan e.”

'KOMKUJI Û TIRKIRINA DI MÎRÊ WAN DE YE'

Bakirhan, destnîşan kir ku AKP dostê sermayeyê ye û di vê mijarê de ti rêgezan nas nake. Bakirhan anî ziman ku gelek projeyên hikûmetê yên li dijî xwezayê bi têkoşînê hatin pûçkirin û diyar kir ku çawa ku qeyûmên dijminê xwezayê şandin, ew ê jî hikûmetê bişînin û destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû qadên têkoşînê veguherin qadên hevpar ên têkoşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wêranî û qirkirinên li Kurdistanê tên kirin piştî demekê tên Ege, Trakya û Marmarayê. Eger me bikariba pêşî li şewitandina darên Gabar û Cûdî bigirta, dibe ku li Îzmîrê rewşeke cuda derketa holê."

Civîn piştî axaftina Bakirhan bi dawî bû.