Par li Ewropayê ji ber germahiyê nêzî 48 hezar kes mirin

Li gorî lêkolîneke nû hat weşandin, di sala 2023’yan de li Ewropayê ji ber hewaya germ 47 hezar û 690 kes mirin.

Lêkolînerên Enstîtuya Tenduristiya Cîhanî ya Barcelonayê di 12’ê Tebaxê de encama xebatên xwe weşandin. 

Encamên hatin weşandin nîşan dide ku di sala 2023’yan de li Ewropayê ji ber germahiya zêde 47 hezar û 690 kes mirin. 

Her çiqasî ev rêje ji rekora sala 2022’yan kêmtir be jî wê salê zêdetirî 60 hezar kes ji ber heman sedeman miribûn. Hejmara sala 2023’yan di 9 salên dawî de wek duyemîn hejmara herî zêde derdikeve pêş. 

Di sala 2023’yan de li Fransayê 3 hezar û 500 ji ber germahiyê mirin.  Tenduristiya Giştî Fansa Sibata borî de ragihand ku ew li gorî texmîna wan wê zêdetirî 5 hezar kes ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest bidin. 

Li Ewropayê duyemîn havîna herî germ di sala 2023’yan de pêk hat. Ev jî rê li ber mirinên ku zêdetir kal û pîr bûn vekir. 

Lêkolîner diyar kirin ku gelek welatên Ewropayê xetereya pêla germê dîtin û tevbîr girtin.