Derket holê ku xebata lêgerîna madenê ya li Hesedînê neqanûnî ye

Derket holê ku xebata lêgerîna madenê ya li Zozana Hesedînê neqanûnî ne. Platforma Parastina Zozanên Hesendînê got, “Em ê ji niha şûndê her tim hişyar bin û têbikoşin.”

ZOZANA HESEDÎNÊ

Hewldanên li dijî xebatên lêgerîna madenê yên li Zozanên Hesendîn ên li navçeya Pasûr a Amedê hatine destpêkirin didomin. Platforma Parastina Zozanên Hesendînê li dijî madenan hin rêze çalakî û aktîvîte li dar xistin. Bertekên welatiyan ên li dijî madenê berdewam dikin. Di xebatên Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan ên Tirk (TMMOB) de derket holê ku beriya 16 salan rapora “Pêdivî bi Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) nîne” dane şîrketan. 

 Platforma Parastinê ya Zozanên Hesendînê daxuyaniyek da û wiha got: “Xwediyê şîrketa ku niyet dikir li Zozanên Hesendînê dest bi talana madenê bike ji gundiyên me re wiha gotibû ‘Di destê min de rapora ÇED’ê heye, em kengî bixwazin dikarin dest pê bikin. Qet gengeşiyê dernexînin heke em ê bi hêzên ewlehiyê re werin’. Li ser vê yekê me jî rapora ÇED’ê ya beriya 16 salan bi raya giştî re parve kiribû. Lê derket holê ku ev rapora ÇED’ê ji ber ku di nava 5 salan de dest bi xebatan nehatiye kirin hatiye betalkirin! An ku tu şîrket nikarin destê xwe bikin Zozanên Hesendînê û nikarin bikevinê. Em weke platformê em ê ji niha şûnde li ser piyan bin û têbikoşin.”

Sekreterê Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan jî wiha got: “Vê pêvajoyê bi berxwedana gel dest pê kir. Di serî de Odeya Bijîjkan, TMMOB, komeleya ekolojiyê hemû pêkhateyên bajêr tev li vê têkoşînê bûn. Hêvî dikin ku ev pêvajo ji hemû têkoşînên jiyan û gundan diparêzin re bibe mînak û hêvî.”