KCDK-E wê komxebata ekolojiyê lidar bixe
KCDK-E di çarçoveya paradîgmaya 'demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê' de wê yekemcar komxebata ekolojiyê lidar bixe.
KCDK-E di çarçoveya paradîgmaya 'demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê' de wê yekemcar komxebata ekolojiyê lidar bixe.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) E di navbera 21 û 22´ê Kanûnê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê komxebata ekolojiyê ya yekemîn lidar dixe. Komxebat wê li salona Vegelîus Halle'yê pêk were.
Di komxebatê de di çarçoveya paradîgmaya “demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê” ya Tevgera Azadiya Kurd de wê qirkirina ekolojî ya li Kurdistan û cîhanê, rêxistinbûna têkoşîna ekolojîk û pêşniyarên çareseriyê werin nîqaşkirin.
Komxebat wê bi pêşengiya Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E were lidarxistin û nûner û endamên federasyonên KCDK-E yê li hemû welatên Ewropayê, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Jineolojî, Teko-Jin û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî beşdar bibin.
Di rûniştina destpêkê ya komxebatê de di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk a Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd de wê perspektîfa “vegera li ekolojiya civakî” ku Rêber Apo ji bo çareserkirina qeyrana ekolojîk a îro weke rêya alternatîf nîşan dide were nirxandin. Di rûniştina duyemîn de jî wê li ser mijara “Têgeha Ekolojiyê” were rawestîn.
Rûniştina 3´yemîn jî wê bi sernivîsa “Ekolojî û Jin” pêk were û di vir de li gorî tespîta “serdestiya li jinê, serdestiya xwezayê jî bi xwe re anî” wê têkîliya di navbera ekolojî û azadiya jinê de û di têkoşîna ekolojiyê de rola jinê were nirxandin.
Rûniştina çaremîn jî wê bi mijara “Polîtikayên Qirkirina Ekolojîk a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û Têkoşînên li dijî vê” pêk were. Di vir de jî wê li ser polîtîkayên qirkirina ekolojîk ku heta îro li Kurdistanê tê meşandin û di dema desthilatdariya AKP'ê de weke stratejiyeke şer kûr bûye were sekinandin.
Di roja duyemîn a komxebatê de jî wê bi tevlîbûna Skype têkoşîna ekolojîk a li Rojava were nirxandin.
Di rûniştina dawî de jî wê li Ewropayê modela rêxistinbûna têkoşîna ekolojiyê û plansazî were nîqaşkirin.
Navnîşana cihê komxebatê weha ye: Vegelius Halle Feldbergstr 25 a 79115 Freiburg.