Germahiya gerdûnî wê li bajaran bixe
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku germahiya gerdûnî ya ku wê heya sala 2040’î zêde bibe, wê bandorê li mirovên li bajaran dijîn bike.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku germahiya gerdûnî ya ku wê heya sala 2040’î zêde bibe, wê bandorê li mirovên li bajaran dijîn bike.
Li gorî raporeke nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ger li hemû qadên jiyanê pêngavên domdariyê neyên avêtin, girêdayî germbûna gerdûnî mirov wê bi gefên mezin re rû bi rû bimînin. Di raporê de hate destnîşankirin ku du milyar mirovên li bajaran dijîn wê heya sala 2040’î bi zêdebûna germahiyeke pileya 0,5’an re rû bi rû bin.
Ji Dîrektoriya Jînewarê yê Neteweyên Yekbûyî Anaclaudia Rossbach di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku wê germahiya li jîngeha bi milyaran mirovan zêde bibe û wê lehî û karesatên xwezayî zêdetir bibin.
Her wiha di raporê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Piraniya bajarên mezin ên cîhanê, bi milyonan mirov û malhebûnên bi trîlyon dolarî li herêmên ku her sal bêparastintir dibe, tên zêdekirin. Li gel mezinbûna van bajaran rîsk jî zêdetir dibin û rê li ber felaketên mezin vedibe.’’
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo tedbîra vê yekê her sal hewceyî bi 4,5 û 5,4 trîlyon dolarî heye lê belê fînansmana heyî bes 831 milyar dolar e.
Her wiha raporê de hate diyarkirin ku ji ber zextên mezinbûna ku bi awayekî xirab tê kontrolkirin, li bajaran şînkahî gelekî kêm bûye.