Jehr ji Çemê Mûratê diherike
Ji ber karê Şîrketa Koza Altin ê li herêma Giyadînê, Çemê Mûratê tijî jehr û heriyê bûye. Heywan nikarin avê vexwin, populasyona masiyan a li çem diqede.
Ji ber karê Şîrketa Koza Altin ê li herêma Giyadînê, Çemê Mûratê tijî jehr û heriyê bûye. Heywan nikarin avê vexwin, populasyona masiyan a li çem diqede.
Navçeya Giyadîn a Agiriyê û gundên wê bi felaketa hawirdorê re rû bi rû ne. Karê lêgerîna li madenê û avakirina kanên mermerê yên Şîrketa Koza Altin ên li herêmê, her roj hîn bêhtir zerarê dide xwezayê. Ji ber karê lêgerîna li madenê ku bi dînamîtan tê kirin, isar li ekolojiya herêmê dibe. Her wiha 50 malbat neçar man koç bikin. Hawirdorparêz hişyariyê didin kuk maden dikarin ekosîstema li herêmê tine bikin.
Xelkê herêmê û hawirdorparêz ji parlamenteran dixwazin ku ji bo rawestandina karên madenê yên li herêmê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ev felaketa hawirdorê ya li Agiriyê ne tenê gefê li jiyana gelê herêmê dixwe, di heman demê de xwedî wê rîskê ye ku hevsengiya aborî û ekolojîk a li welêt jî xera bike. Ji bo parastina xwezayê eger gav neyên avêtin, dibe ku felaketeke mezin a hawirdorê li herêmê rû bide. Çemê Mûratê ku demekê heywanan av jê vedixwarin, niha bi jehr û heriyê tijî bûye. Ji ber gemara li nava çem êdî heywan nikarin avê jê vexwin, populasyona masiyan a di çem de jî diqede. Gundî dibêjin, ava çem a ku bi siyanurê bi jehr bûye li ser heywan û mirovan gefeke mezin e.
Li gel kanên madenê her wiha sê kanên mermerê yên li herêmê jî xisareke mezin didin xwezayê. Teqînên li derdora gundê Melegerî yê li navçeya Giyadînê, dîwarên malên li gund diderizînin, her wiha bûn sedem ku hin ji xaniyan bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû bimînin.
GEFÊ LI HEVSENGIYA EKOLOJÎK DIXWE
Qada madenê ya li Giyadînê li jorê Çemê Mûratê ye ku baskê herî mezin ê Çemê Firatê ye, lewma gefê li hevsengiya ekolojîk a herêmê dixwe. Aktîvîstê hawirdorê Nûrî Taşdemîr got, "Çemê Mûratê bi 722 kîlometreyan diherike û digihêje Çemê Firatê, piştre jî tevlî Kendava Basrayê dibe. Piştî ku karên qada madenê ketin meriyetê, ev qirêjiya di çem de wê bandoreke neyînî hem li ekosîstema xwecihî hem jî qadeke hîn berfireh bike." Taşdemîr diyar kir ku madeyên kîmyewî yên di dema lêgerîna li madenê de têne bikaranîn ji siyanurê bêhtir jehrê bi xwe re tîne û got, "Ev madeyên kîmyewî yên bi jehr bandoreke mayinde li ser heywanan, mirovan û nebatan dike. Hem wê pirsgirêkên tenduristiyê li nava gelê herêmê rû bidin hem jî wê çavkaniyên debarê ji holê bêne rakirin."
ZEXTA KOÇKIRINÊ LI GELÊ HERÊMÊ TÊ KIRIN
Hevseroka Wan Eko-Der'ê Dîlek Akdag jî anî ziman ku têkçûna xwezayî ya li herêmê hindik maye veguhere felaketeke mezin û got, "Bi bandora navendên madenê yên li herêmê re 50 malbat neçar man koçî metropolan bikin. Karên lêgerîna li zêr û derxistina mermerê bandorê yekser li 7 gundan dike. Eger ev kar dewam bike wê gelek malbat neçar bimînin koç bikin. Dînamîtên têne teqandin hêmanên xaniyan xera dikin û dibin sedem ku gundî neçar bimînin malên xwe biterikînin. Li gundê Melegerî dîwarên xaniyan derizîn. Heywan nikarin avê vexwin. Gundî nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Li pêşberî vê hilweşînê, gundî hemû nerazî ne. Em niha bi hev re platforma ekolojiyê ava dikin û plana çalakiyên hevpar dikin."
BANGA JI BO WERGIRTINA TEDBÎRÊN LEZGÎN
Akdag destnîşan kir ku divê êdî çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin û got, "Naxwe li herêmê wê koçeke mezin û felaketeke hawirdorê rû bide. Ji bo pêşî li vê felaketê bê girtin divê tavilê gav bê avêtin."