PYD: Divê aqûbeta girtiyên Kurd ên di girtîgehên rejîmê de bên eşkerekirin

PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî aqûbeta bi hezaran Kurdên ku di zindanên rejîma Beasê de hatine qetilkirin an jî piştî hatine dîlgirtin windakirin pirsî.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî, aqubeta girtî û windayiyên Kurd ên di zindanên rejîmê de pirs kir. Di daxuyaniya nivîskî de bang rayedaran kirin ku girtî û winda bên dîtin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku PYD ji roja avabûna xwe heta niha bûye hedefa rejîma Beasê û Şehîd Ehmed Hisên û Şehîd Osman Dadelî jî di nav de gelek kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Her wiha di sala 2004’an de di serdema Nasir El Elî de ku yekîneya ewlehiyê bi rê ve dibir, aqubeta bi hezaran kesên Nazê Ehmed Keçel nayê zanîn.

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên ku li ser dosyaya girtî û windayên di zindanên rejîma Beasê de dixebitin, hat kirin ku di serî de Nazê Ehmed Keçel, divê alîkariyê bidin ku aqubeta hemû girtî û rwindayên Kurd bê zanîn.

PYD’ê di daxuyaniyê de der barê Nazê Keçelê de ev agahî parve bikin;

Nav û Paşnav: Nazê Keçel

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Ehmed

Dîrok û cihê jidayîkbûnê: Dêrik (Malikiyê), gundê Siwêdiyê 1975