Bikaranîna sotemeniya fosîlan germbûna gerstêrkê zêdetir dike
Guherîna avhewayê ya ji ber însanan roj bi roj tesîreke nebaş li gerstêrkê dike. Di sala 2024’an de 41 rojan pileya germahiyê derketiye astên herî bilind.
Guherîna avhewayê ya ji ber însanan roj bi roj tesîreke nebaş li gerstêrkê dike. Di sala 2024’an de 41 rojan pileya germahiyê derketiye astên herî bilind.
Li gorî xebata hevpar ya World Weather Attribution ve Climate Centralê di sala 2024’an de de 41 rojan pileya germahiyê derketiye astên herî bilind. Di raporê de hişyarî hate dayîn ji bo ku di sala 2025 û demên pêş de rê li ber mirin û zirarên mezintir were girtin divê hemû welat bergiriyên hewce bistînin.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku ji ber şert û mercên avhewayê yên heyî bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne û 3 hezar 700 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de sedema sereke ya guherîna avhewayê bikaranîna sotemeniyên fosîlan tê nîşandan.
DIVÊ ÇI WERE KIRIN
Rapor hem ji bo têkoşîna li hember guherîna avhewayê hem jî ji bo parastina însanan ji şert û mercên derasayî yên hewayê biparêzin, ji bo sala 2025’an çar biryaran dide: Bi lez û bez dûrketina ji sotemeniyên fosîl, hişyariya zûtir û başkirin, di dema xwe de dazanîna mirinên ji ber germahiyê û ji bo ku welatên pêş dikevin bihêztir bibin alîkariya darayî ya navneteweyî.