Gerstêrka me berdewam germ dibe

Li gor lêkolîna zanyaran germahiya gerstêrka me di sala 11’emîn de jî ji asta global derbas bû.

GERMAHIYA GLOBAL

Encamên rasterast ên germahiya global derbarê pêşeroja gerstêrka me de serbendên nexweş dide. Navendên li cemsera bakur ku bi hezaran salan di axa qerisî de karbondîoksît di xwe de kom kirine, niha veguherîne çavkaniyên emîsyonê. Sedema vê yekê jî wekî germahiya global û şewatên daristanan yên girêdayî wê tê dîtin.

‘AXA KU GERM DIDE RÊ LI BER KARBONDÎOKSÎT Û METANÊ VEDIKE’

Li gor lêkolîna 97 zanyaran kirî, Cemsera Bakur di sala 11’emîn de jî ji asta navînî zêdetir germ bû. Li gor lêkolîneran, niha ji çar qatê navînîya global germahî pêk tê. Di encama vê yekê de karbondîoksît ji atmosferê dûr dikeve lê di heman demê de dibe sedema germbûn û helîna axa qerisî ya ku di xwe de karbondîoksîtê dihewîne. Dema ku vê axê dest bi helînê kir, karbondîoksîta tê de kom bûyî jî sist dibe û karbondîksît û gaza metanê diherike nav atmosferê.