Li Licê protestoya madenê: Gel neçarî koçê dikin

Li Licê di çalakiya protestoyê ya li dijî projeya madenê hate kirin de wiha hate gotin, “Em ê destûrê nedin tu projeyan ku mafên gel û xwezaya me xesp bike.”

PROTESTOYA MADENÊ

Li herêma ku gundên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxurê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê lê ne tê xwestin madena sifirê bê avakirin. Şêniyên gund li dijî projeyê îro hatin bahev û daxuyaniyeke girseyî dan. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, endamên Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û gelek kes tevlî daxuyaniya di pêşengtiya Kolektîfa Parastina Xwezayê ya Licê de hate kirin bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Sermaye destê xwe ji Licê vekişîne” û “Xwezaya me hebûna me ye, em dest jê bernadin” hatin vekirin. 

Beriya daxuyaniyê leşker bi wesayîtên zirxî û sivîl ketin taxê. Serokê Şaxa Odeya Endezyaran a Ziraetê ya Amedê yê berê Samet Ûcaman, anî ziman ku xebatên madenê talankirina xwezayê ne. Ûcaman, bal kişand ku raporên ÇED’ê li gorî ûsula wê nehatine amadekirin û wiha got: “Em li dijî vê têdikoşin. Li herêmên ku nêzî qadên jîngehan e dibînin ku ev xebatên wiha ji bo guhertina demografiyê tên kirin û ji bo gel neçarî koçê bê kirin tên kirin.”

‘ÇAVKANIYÊN DEBARÊ YÊN GEL DI XETEREYÊ DE YE’

Parlamenterê Amedê Serhat Eren, anî ziman ku çavkaniyên debarê yên gel di xetereyê de ne û wiha got: “Li dijî sewalkarî, meşvanî û çandiniyê êrişek heye. Tê xwestin ku gelê me ji ser vê axê koç bikin û biçin bajarên mezin. Li bajarên mezin tê xwestin ku gel ji çand, dîrok, ax û zimanê xwe qût bibe. Em ê qet destûrê nedin vê yekê. Em ê heta dawiyê li dijî madenan têbikoşin. Tu kes nikare xweza, dar, daristan, jîngeh û qadên me yên çandiniyê xera bike. Têkoşîna parastina xwezayê ya gel, têkoşîna azadiyê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li vê têkoşîna azadiyê derkevin.”

Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay jî wiha got: “Mezopotamya erdnîgariyeke ku hemû dexl lê şîn dibe û li çar aliyên cîhanê belav dibe ye. Niha pirsa ‘Çima bacanên me nînin, dexlê me nîne?’ dipirsin. Ji ber ku êdî çemên jî bi awayekî azad naherikin. Li ser hemû avên diherikirin bendav hatin avakirin. Îro Çemê Dîcle û Firatê naherike. Malên me di bin avê de dihêlin, pişt re jî wê avê bi pereyî difiroşin me.”

‘EM Ê RÊ NEDIN’

Endamê Komîsyona Hawîrdor û Bajarî ya Baroya Amedê Ahmet Înan jî anî ziman ku herêma lê tê xwestin maden lê were avakirin ji bo gel xwedî girîngiyeke krîtîk e. Înan, bal kişand ku tê xwestin li herêma daristan û av lê diherike maden bê avakirin û wiha got: “Weke di rapora ÇED’ê de jî derbas dibe mixabin qada ji xebatên madenê re hatiye vekirin 700 hektar qada daristanê ye. Xerakirina qadên me yên jiyanê û hewldanên birîna têkiliyên me yên bi xwezayê re, di heman demê de êrîşa li hemberî avadaniya ekolojîk û nirxên gelê me ye. Em bi awayekî aşkere diyar dikin; em ê destûrê nedin tu projeyên ku mafên gel û xwezaya me xesp bike.”