2024 bû sala herî germ a hatiye pîvandin

Copernicus'ê ragihand ku sala 2024'an bû sala herî germ a hatiye pîvandin.

GERMAHIYA GLOBAL

Bandora germahiya global her sal hîn zêde dibe. Li gorî qeyda meha Mijdarê ya derbasbûyî, bû Mijdara herî germ a duyemîn. Tê payin sala 2024 jî bibe sala herî germ. Ajansa Çavdêriya li Guhertina Avhewayê ya ser bi Yekîtiya Ewropayê (Copernicus) diyar kir ku germahiya Mijdara 2024'an li gorî rêjeya beriya serdema pîşesaziyê di ser 1,62 pileyî de bû.

Alîkara Dîrektora Copernicusê Samantha Burgess got, "Li gorî daneyên Copernicusê yên têkildarî salê yên mehek beriya bidawîbûnê, 2024 wê bibe sala herî germ a di ser 1,5 pileyî re."