Global Witness: Di sala 2023’yan de nêzîkî 200 aktîvîstên jîngehê hatine kuştin

Global Witness roja Sêşemê raporek weşand û diyar kir ku di sala 2023’yan de li seranserê cîhanê nêzî 200 hawirparêz hatine kuştin. Hat ragihandin ku Kolombiya ji bo aktîvîstan, welatê herî bitalûke ye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku nêzîkî ji sedî 85’ê 196 cînayetên li dijî aktîvîstên jîngehê li Emerîkaya Başûr pêk hatine û 79 wan cinayetan li Kolombiyayê pêk hatine. Ku ev hejmar weke bilindtirîn hejmara ji sala 2012’yan heya niha hate îfadekirin.

Global Witnessê di rapora xwe de cih da îfadeyên hawirparêzên jin Jonila Castro û Jhed Tamanoyê jî ku her du aktîvîst li dijî porojeya vesazkirina Kendava Manila ya li Filîpînê derketibûn. Her du hawirparêz di raporê de dibêjin ku ji dema serbest hatine berdan heya niha, gef li wan tên xwarin. Her du aktîvîstên jin tevî ku artêşê sûcdar dikin ku ew revandine jî rayedar jî dibêjin ku her du aktîvîs endamên serhildaneke komunîst in ku piştre dev jê berdane.

Global Witness di rapora xwe de ji bilî yasayên Îngilîstan û Emerîkayê yên cezayên giran li aktîvîstan dibire, ‘’asta çavdêriya bêrehm’’ ya li welatên Ewropayê jî şermezar dike.