'Divê şênî girîngiyê bidin jîngehê û şitilan biçînin'
Mihemed Îbrahîm ku bi salan e karê gulfiroşiyê dike, dibêje: “Jîngeha Kurdistanê xweşik û rengîn e, lewma pir girîng e ku hemwelatî girîngiyê bidin jîngehê û wê biparêzin.”
Mihemed Îbrahîm ku bi salan e karê gulfiroşiyê dike, dibêje: “Jîngeha Kurdistanê xweşik û rengîn e, lewma pir girîng e ku hemwelatî girîngiyê bidin jîngehê û wê biparêzin.”
Pêncemîn Festîvala Bazarê li Kalarê berdewam e. Di festîvalê de 300 kon ji bo xwediyên karan û 76 kon ji bo karên jinan hatine terxankirin. Mihemed Îbrahîm ku bi salan e gulfiroşiyê dike, der barê karê gulfiroşiyê de ji ANF’yê re axivî.
Mihemed Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de amaje pê kir ku pir girîng e hemwelatî girîngiyê bidin xwezayê û wê biparêzin û got: “Di xweza û jîngehê de xweşikbûneke taybet a kulîlkan heye, her wiha dibe sedema belavkirina hewaya paqij di jîngehê de.”
“Di baxçeyê me de gelek cure kulîlk hene, hin kulîlk hene ku taybet in ji bo malê wekî zambiya û alîzya, û kulîlk jî hene ku divê li derve bin da ku mezin bibin. Jîngeha Germiyanê ji bo çandina kulîlk û şitlan guncaw e, ya ku li Kelarê herî zû mezin dibe albîzya ye.”
Mihemed Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li vir kulîlkên me bi xwe hene ku di baxçeyê me de mezin bûne, her wiha gulên îranî û holendî jî hene. Ji bo ku kulîlk neçilmisin û zû mezin bibin, divê jîngeheke taybet ji wan re bê amadekirin.”
Mihemed Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê her mirov xizmeta jîngehê bike, ji ber ku eger jîngeh xerab bibe, jiyana mirovan jî xerab dibe û wiha domand: “Ji bo ku jîngeheke saxlem û tendurist hebe, divê em şitl û kulîlkan biçînin; ji ber ku jîngeh hatiye xerabkirin. Ji bo ku kulîlk û jîngeha me ava be, divê em girîngiyê bidin parastina jîngehparêziyê.”