Teqîna kana li Xorasanê: Hejmara qurbaniyan bû 30 kes

Li eyaleta Xorasanê ya li rojhilatê Îranê bîlançoya teqîna li kana komirê giran bû. Hate ragihandin ku 30 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

TEQÎNA LI KANÊ

Li eyaleta Xorasan a li rojhilatê Îranê ku gelek ji şêniyên wê Kurd in, ji ber teqîna li kana komirê herî kêm 30 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Eyaleta Xorasana Başûr Cevad Kanaat ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û diyar kir ku li navçeya Tebesê li kaneke komirê nîvê şevê ji ber gaza metanê teqînekê rû da.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 30, ya birîndaran Jî 17 kes. Hate ragihandin ku li kanê 69 karkerên madenê dixebitîn.

Ji bo kesên di kanê de asê mane xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

17 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyan.