Di sala 2023-2024'an de germahiya global ji asta 1.5 pileyî bihurî
Li gorî rapora Copernicus ku saziya çavdêriyê ya Ewropayê ye, germahiya global di navbera salên 2023-2024'an de li gorî dema beriya pîşesaziyê ji asta 1.5 pileyî bihurî ye.
Li gorî rapora Copernicus ku saziya çavdêriyê ya Ewropayê ye, germahiya global di navbera salên 2023-2024'an de li gorî dema beriya pîşesaziyê ji asta 1.5 pileyî bihurî ye.
Nirxên germahiya global ên salên 2023-2024'an nîşan didin ku mirovahî bi avhewaya herî germ re rû bi rû ye ku heta niha tecrûbe kiriye.
Zanyar dibêjin, germahiya heyî ya cîhanê di nava 120 hezar salên derbasbûyî de cara yekemîn digihêje vê astê.
BÛYERÊN HEWAYÎ
Germahiya global ji niha ve encamên cidî bi xwe re anî: Li Mekkeyê ji ber germahiya zêde 1.300 kesî jiyana xwe ji dest dan, li Efrîkayê lehiyên mezin rû dan, li DYE'yê bahozên giran û li Kalîforniyayê jî şewata 'herî giran' rû da. Ji aliyê aborî ve jî maliyeta afetên xwezayî li sala 2023'an derdora 320 milyar dolar bû.
OKYANÛS Û ATMOSFER ALARMÊ DIDIN
Okyanûsan ji sedî 90 ê germahiya ji ber mirovan mêt û di asta rekorê de germ bû. Ev yek bandorê li herikîna derya û atmosferê dike, ji bo bager û bahozên mezin enerjiyê diafirîne. Copernicusê diyar kir ku di sala 2024'an de asta dûkela avê ya li atmosferê gihîştiye asta rekorê.
Dîrektorê Copernicusê Carlo Buontempo got, "Bi gavên bi lez û bi biryar em dikarin paşeroja xwe biguherînin" û banga wergirtina tedbîrên lezgîn kir.