CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Myanmarê cûntaya leşkerî 9 hezar kes efû kir
Cûntaya leşkerî ya Myanmarê ragihand ku ji ber salvegera serxwebûna welatê wan ji 9 hezar girtîyî re efû derxistiye ku ev yek her sal tê kirin. -
Li Iraqê êrîşa bi droneyê: 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşeke dorneyê de ya li ser avahiyekê, 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin. -
Moskowa û Kîevê bi sedan êsîrên şer bi hev guhertin
Rûsya û Ûkraynayê ragihandin ku di nava şerê giran de wan 230 êsîrên şer bi hev guhertine. -
Hejmara qurbaniyên erdheja li Japonyayê bû 78
Hejmara qurbaniyên erdheja ku li herêmên navîn ên Japonyayê rû da bû 78 kes. Hîn jî bi dehan kes winda ne. -
Salvegera 30. a Tevgera Zapatîsta hate pîrozkirin
Bi sedan kesên ku li Chîapasê hatin cem hev, salvegera 30. a salvegera Tevgera Zapatîstayê pîroz kirin. -
Di teqîna li Îranê de hejmara miriyan derket 103’yan
Di bîranîna Qasim Silêmanî de li ser hev teqîn çêbûn û hejmara kesên mirine derket 103’yan. -
Li Îranê li nêzî gora Silêmanî teqîn pêk hatin: Herî kêm 73 kes mirin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, roja Çarşemê li nêzî gora General Qasim Silêmanî du teqîn pêk hatine û herî kêm 73 kesan jiyana ji dest dan. -
Şerê Xezeyê: Hejmara miriyan ji 22 hezar û 300’ê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 89’an a şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de 22 hezar û 313 kes mirin. -
Li Qraliyeta Yekgirtî hişyariyên lehiyê: Ji ber bahozê rê hatin girtin
Qraliyeta Yekgirtî piştî Bahoza Henk, rû bi rûyê bahozeke din a tund e. -
Di erdheja li Japonyayê de, 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn
Li navenda Japonyayê roja Duşemê erd hejiya. Li gorî bîlançoya nû 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn. -
Îsraîlê li Beyrûdê ofîsa HAMAS’ê bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafira bêmirov a bi çek a Îsraîlê, li paytexta Beyrûdê Libnanê ofîsa tê îdia kirin ku aîdî HAMAS’ê ye bombebaran kir. -
Îranê neh kesên din îdam kir
Hat ragihandin ku li Îranê neh kesên din ên ku bi sûcdariya bazirganiya tiryakê hatibûn mehkûmkirin hatin îdamkirin. -
Îsraîl li Sûriyeyê êrîşên hewayî yên nû pêk anî
Hat ragihandin ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşên hewayî pêk anî. -
Li Japonyayê agir bi pîsta balafira rêwiyan ket, 5 kes winda ne
Li Japonyayê roja Sêşemê balafirek a rêwiyan li balafirgeha Tokya-Hanedayê li balafirek din qelibî û agir bi pîsta balafirê ket. Li gorî televizyona dewletê ya Japonyayê, 379 kes ji balafirê hatine tehliye kirin û 5 kes jî winda ne. -
Li Xezeyê bi hezaran xwendekaran jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, di nava 88 rojan de zêdeyî 22 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan ku zêdeyî 4 hezar ji wan xwendekar in. -
Li Japonyayê 155 erdhej çêbûn: 48 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Japonyayê rojên Duşem û Sêşemê 155 erdhej çêbûn û di encama van erdhejan de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê di nava salekî de 823 kes hatin îdamkirin
Li Îranê di nava salekî de 823 kes hatin îdamkirin. 333 kolber û 121 jin hatin qetilkirin. -
Şerê Ûkraynayê: Kîev û Harkîv ji aliyê Rûsyayê ve hat bombekirin
Li paytexta Ûkraynayê Kîevê û li Harkîv a li bakur rojhilatê Ûkraynayê teqînên dijwar pêk hatin. -
Di êrîşên li Burkîna Faso’yê de bi dehan kes mirin
Hate ragihandin ku, di êrîşên hefteya dawî yên li bakurê Burkîna Faso’yê de bi dehan leşker û sivîl mirin. -
Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE'yê xwar
Li gorî ajansa Koreya Bakur KCNA’yê Kîm Jong Un gef li Koreya Başûr û DYE’yê xwar û gotiye ku ger Koreya Başûr û DYE şer bidin destpêkirin, ew ê van her du dewletan tune bike. -
Li Siûdî Erebistanê di sala 2023’an de 170 kes hatin îdamkirin
Siûdî Erebistan di sala 2023’an de herî kêm 170 kes îdam kirin. Sala beriya wê 147 kes hatibûn îdamkirin. -
Li Japonyayê erd hejiya
Li Japonyayê erdhejên xurt pêk hatin. Piştî hişyariyên tsunamiyê, pêlên ewil gihîştin qeraxê. Rayedaran hişyariya tsunamîyê kir û ji welatiyan xwestin ku derbasî deverên bilind bibin. -
Îran bi îdamê dest bi sala nû kir
Dadgeha Îranê ragihand ku 5 kesên ku ji ber dizîkirinê hikûm xwaribûn, hatin îdamkirin. -
Li Arjantînê greva giştî: Bertekên li dijî bernameya ultra-lîberal a serokê nû zêde dibin
Navenda sereke ya sendîkaya Arjantînê li dijî biryar û pêşnûmeyên serokê nû Javier Milei banga protestoyê li ber parlamentoyê kir. Li dijî bernameya reforma ultra-lîberal a Milei li seranserê Arjantînê pêla grevan bilind dibe. -
DYE’yê sê keştiyên Hûsiyan noqî avê kir
DYE’yê ragihand ku helîkopterên wan sê keştiyên ayîdê Hûsiyên Yemenî noqî avê kirine.