Îsraîl li Sûriyeyê êrîşên hewayî yên nû pêk anî

Hat ragihandin ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşên hewayî pêk anî.

Ajansa fermî ya hikûmeta Şamê Sana ragihand ku Îsraîlê "ji Golana Sûriyeyê ya dagirkirî bi êrîşên hewayî gelek gundewarên Şamê hedef girt.”

Leşkerekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, der barê hedefên êrîşan de agahî neda û got ku tenê xisarên madî çêbûye.

Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Îngilistanê ye daxuyand ku Îsraîl li nêzî bajarokê Kanakerê ku endamên Hizbullahê yên ku Îran piştgirîya wê dike, çepereke leşkerî hedef girt.

Hizbullah piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir, piştgirî da hevalbendê xwe yê Filistînî. Ji ber vê li başûrê Lubnanê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de şer û pevçûn qewimîn. Îsraîl ji xeynî Xezeyê, başûrê Lubnanê jî bombebaran dike.

Îsraîl ji destpêka şerê sala 2011’an vir ve li Sûriyeyê bi sedan êrîş pêk anîne. Di van êrîşan de, Şam û hêzên Îranê û Hizbullah bûn hedef.

Bi şerê Xezeyê re êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyeyê zêde bûn. Di êrîşên 30’ê Kanûnê vir ve herî kêm 23 çekdarên alîgirên Îranê û 3 sivîlên Sûriyeyî hatin kuştin û nêzî 20 kes jî birîndar bûn..