Li Japonyayê 155 erdhej çêbûn: 48 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Japonyayê rojên Duşem û Sêşemê 155 erdhej çêbûn û di encama van erdhejan de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa meteorolojiyê ya Japon JMA’yê li navenda Japonyayê roja Duşemê saet 16.00’an û heya roja Sêşemê saet 09.00’an 155 erdhej çêbûne. Piraniya van erdhejan ji pileya 3’yan zêdetir in. Li gorî heman ajansê sibeha Sêşemê 6 erdhejên nû yên mezin hatin hîskirin.

Serokwezîrê Japonyayê Fumîo Kîshîda got ku ji roja Duşemê heya niha li navenda Japonyayê gelek erdhejên mezin ku yek ji wan ji pileya 7’an zêdetir e, çêbûne û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û ziyanên madî yên mezin hene.

Serokwezîr Kîshîhayî anî ziman ku tevî bînayên hatine hilweşandin, şewat û kesên jiyana xwe dest dane, gelek zirarên mezin hatine teyîtkirin.

Li gorî rayedarên eyaleta Ishîkawayê ku navenda erdhejê ye, 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nîvîya kesên ku mirine ji vê eyaletê ne û gelek welatî birîndar in.