Îran bi îdamê dest bi sala nû kir

Dadgeha Îranê ragihand ku 5 kesên ku ji ber dizîkirinê hikûm xwaribûn, hatin îdamkirin.

Malpera Mîzan Onlîne ragihand ku rayedarên Îranê roja duşemê 5 kesên ku ji ber “dizîtî û dizîkirina bi çek” hikûm xwaribûn, hatin îdamkirin.

Hat diyarkirin ku ev kes ji ber 14 sûcan hatibûn sûcdarkirin.

Malpera Mîzan bêyî ku dîrokê diyar bike, îdîa kir ku ev kom bi taybetî li eyaleta Elbûrz a li rojavayê Tehranê ji ber dizîtiya sewal û hesinên înşaetê bûbûn pispor.

Serokê Dadgeha Bilind a eyaleta Elbûrz Huseyîn Fazelî-Harîkandî got, “Cezayên îdamê yên ji bo her 5 hikûmxwaran hatî dayîn, vê siharê hate înfazkirin.”

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê Norweç e, ji meha Mijdarê ya sala 2023’an û vir ve li Îranê zêdeyî 700 kes hatin îdamkirin.